PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Ji ber ferzkirina nîzamiya leşkerî dest bi grevê kirin

Li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Turkoglû ya Mereşê, çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 4’an de ye. Girtiyan ji ber jimariya şipyakî dest bi greva birçîbûnê kirine

Li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Turkoglû ya Mereşê, 4 girtiyan di 25’ê mijdarê de ji ber ferzkirina jimariya şipyakî di terhê nîzama leşkerî de, dest bi greva birçîbûnê kirin. Serokê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê parêzer Tûgay Bek, di 26’ê mijdarê de çû girtîgehê û hevdîtin bi girtiyan re çê kir. Bek diyar kir ku girtiyan ragihandiye ku ew van ferzkirina qebûl nakin û heta dev ji vê pêkanînê neyê berdan dê çalakiya wan dewam bike.

Bek hişyar kir ku heger ev ferzkirin û pêkanîn dewam bike dê hejmara girtiyên dest bi greva birçîbûnê bikin zêde bibe. Bek bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û wiha got: “Girtiyan got jimariya şipyakî ya di nîzama leşkerî de li wan tê ferzkirin, lê têketin û derketina girtîgehê lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin, kesên van ferzkirinan qebûl nakin tên derbkirin, rojnameya Yenî Yaşamê nadin wan, kalorîfer bi awayekî rêk û pêk nayên pêxistin û ji ber vê ji wan gelek kes nexweş ketine.”

Her wiha Bek anî ziman ku hevdîtin bi îdareya girtîgehê re jî çê kiriye û îdare gotiye, jimariya şipyakî heye û ferman fermana dozgeriyê ye û ev tişt anî ziman: “Girtî û hikumxwar jimariya şipyakî qebûl nakin. Li gelek girtîgehan ev pêkanînan, wek a vir ne hişk e. Jixwe gava girtî ji hêla karmendên înfazê xuya bikin jî jimarî pêkan e. Ev ferzkirin ne hiqûqî ye.”

Bek xwest daxwaza girtiyan bê qebûlkirin û dawî li van pêkanînan bê. EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar