Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji ber fikrên wan ên siyasî cuda ne xizmet ji wan re nayê kirin

63 gundên ser bi îdareya serbixwe ya soran bêxizmetguzarîne û welatiyan gotin ku kêmtirîn projeyên xizmetguzariyê ji bo gundan hatine kirin. Riya sereke ya gundê Lêremîr ji berî ku kompanya radestî hikûmetê bike xerab bûye.

Nebûna xizmetguzariyên sereke yên jiyanê, bi taybet nebûna ceyran, torên avê, binesazî, nexweşxane û dibistan wiha kiriye ku beşek ji şêniyên gundan berê xwe bidin navendên navçe û bajaran. Welatiyên ku niha li gundan mane, piraniya wan bi lawirvaniyê û çandiniyê ve mijûl dibin. Ji ber xemsariya hikûmetê û paşguhxistina gundan roj bi roj gund vale dibin.

Şêniyê gundê Lîremîre ya Xelîfan a  ser bi îdareya soran Mîran Enwer got: “Projeya qîrkirina riya gundê me di sala 2008’an de destpê kir. Lê, ji ber gendelî û xemsariya hikûmetê ji berî ku proje temam bibe, hikûmet ji kompanyayê werbigire, xerabû. Li cîhanê tiştek wiha nîne ku hîn proje temam nebûyî, xerab bibe. Lê ev yek li hikûmeta Herêma Kurdistanê rû dide. Bi sedan projeyên wiha hene.”

‘Ji 200 malan 25 mal li gund mane’

Mîran Enwer diyar kir ku ji ber nebûna ava vexwarinê û xerabiya riya gund, li gundê wan ji 200 malan 25 mal mane û wiha domand: “Roj bi roj sektora lawirvanî û çandiniyê ber bi tunebûnê ve diçe. Yên niha li gund mane jî li ser çûnê hizirîne. Şerm ji xwe dikin ku dema mêvanek tê, em nizanin em ê çawa bigihînin gund. Ji ber ku riya gundê me nêzî 4 kîlometreyan, tijî çalên mezin û tasane. Wesayît bi zehmetî dikarin têre derbas bibin.”

Her wiha Sertîp Hacî Paşa jî got: “Kêmûkurtiyên gundê me, nebûna avê û riyê ku di bingeh de xerab çêkirine. Şeş heft sal in, bîra avê lêdane, lê heta niha boriyên avê jê re nekişandine. Gundê me ji bêaviyê dinale. Tu aliyek ji bo xwe nake xem û berê xwe nade gundê me.”

Endamê Malbenda Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ya Soran Serçiya Sorçî  ku xelkê Çerçiya ya devera Sorçiyane wiha got: “Hikûmet li vê herêmê bi zanabûn xizmetê ji bo gundekan nake. Li gel cihên din cudakariyê dike. Cudahiya raman û nêrîna siyasî bandoriyê li ser projeyên xizmetguzariyê dike. Bi awayê her gundekî ku nêrîna xwe ya siyasî ji partiya desthilat cuda be, ew gund di warê xizmetguzariyê de tê paşguhxistin.”

Serçiya Sorçî diyar kir ku ji bo bêyî cudahî xizmetguzarî ji bo gundan were kirin çend caran serdana aliyên peywendîdar dane, lê kes guhê nade û daxwaz ji berpirsên Xelîfan kir ku xizmetê ji bo welatiyan bikin û cudahiyê nexin di navbera welatiyan de. Serçiya Sorçî  got ku nabe cudahiya nêrin û fikrên siyasî bikin pîvana xizmetguzariya ji bo welatiyan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar