Ji ber germahiya zêde nexweşxaneya Wetenî ya Girê Spî vê mehê zêdetirîn 450 nexweş pêşwazî kir ku piraniya wan zarok û pîr in
Di rojên dawîn de ji ber bilindbûna pileyên germahiyê li hemû herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ku gihaşt ji sedî 46 pîleyî, bandoreke neyînî li şêniyan kir.
Nexweşxaneya Wetenî ya Girê Spî kifş kir ku wan di meha tebaxê de zêdeyî 350 kes ku ji ber germê nexweş ketine pêşwazî kirine ku piraniya wan zarok û pîr in.
Bijîşkê nexweşiyên hundirîn ê li nexweşxaniyê Mihemed Emîn got ku piraniya nexweşa di dema germabûna zêde de goşt xwarine nexweş ketine. Emîn bal kişand ser bilindabûna pîleya germahiyê ku dibe sedema belavbûna nexweşiyên wekî; ilîhab, mîde, roviyan, nav, dilxelandin û tayê û da zanîn ku divê şênî van rojan li tenduristiya xwe miqatebin û di saetên nîvroj de ji malên xwe dernekevin, her wiha fêkî, zebzeyan zêde bixwin û xwarina goşt kêm bikin. GIRÊ SPÎ