Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Ji ber Îran û Tirkiyeyê jiyana wan di metirsiyê de ye

Koçerên herêma Biradostê diyarkirin ku ji ber bombebaranên artêşa tirk û topbaranên Îranê jiyana wan di metirsiyê de ne û gotin ku li gorî salên borî jimara koçeran gelek kêmbûye, sedemê wê jî bombebaran û topbaranên Tirkiye û Îranê ne

Li herêma Biradostê gelek zozan hene tê gotin ku rûpîvana wan bi giştî digihe 2 sed hezar doniman. Ji gelek gundên herêmê ji bo çêrandina sewalên xwe welatî di meha gulanê de berê xwe didin zozanan heya meha Îlonê. Lê ji ber  êrîş û topbaranên artêşa tirk û Îranê koçerên deverê wek salên borî îsal nekarîne berê xwe bidin zozanan. Herwiha ji ber van êrîşan heya niha zêdetirî 115 gundên herêma Biradostê ji neçarî malên xwe berdane. Rêjaya berhemê çandinî û hatina koçeran ya zozanan daketiye ji sedî 20’an.

Koçeran diyarkirin ku ji ber metirsiya êrîş û bombebaranan ew neçar dibin her carek cihê xwe biguherin û herin cihek aramtir. Herwiha koçer diyar dikin ku ew nikarin pezên xwe bibin herêma Xakûrkê, çiyayê Kitkîn, Bêrkim, Şekîf û zozanên Lolanê. Koçeran gotin li wan deveran baregehên leşkerên tirk hene û leşkeran ji wan re gotine nabe ew pezên xwe ji bo çêrandinê bînin wan deveran. BIRADOST

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar