Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Ji ber JES’an berdariya gilyaz û tirî kêm bûye

Li Aydinê, ji ber JES’ê li nav erdên çandiniyê hatine çêkirin, berdariya gilyaz û tirî kêm bûye. Cotkar Nîhat Firat, got: “JES’an hevsengiya ekolijîk a ava bin erdê serobino kiriye. Ji ber ku koka wan di kûrahiya erdê de ye nexasim jî tehde pir li hejîr û zeytûnan hatiye..”

Li Aydinê, ji ber Santralên Enerjiya Jeotermalê (JES) berdariya berên çandiniyê kêm bûye. Nexasim jî di salên dawî de berdariya gilyaz û tirî pir kêm bûye.

‘Dar û ber hişk dibin’ 

Li gundê Kîrazliyê cotkar Nîhat Firat, bilêv kir ku piştî JES zêde bûn berdarî pir kêm bûye. Firat, anî ziman ku gundê wan bi gilyaz û tiriyê xwe navdare lê belê hema bêje êdî hew şîn tên. Firat, destnîşan kir ku wê bi JES’ên nû re herêm bi temamî tune bibe. Firat ku 33 sal in zeytûn, tirî û hejîran diçîne, bilêv kir ligel kêmbûna ebrdariyê qalîteya beran jî pir kêm bûye û got: “Ji ber pergala JES’ê avhewa guheriye.” Firat, anî ziman ku ji ber JES’an hevsengiya ekolojîk tarûmar bûye û got: “JES’an hevsengiya ekolijîk a ava bin erdê serobino kiriye. Nexasim jî tehde pir li hejîr û zeytûnan hatiye ji ji ber ku koka wan pir dibîniyê erdê de ye. Ava germ ya hema bêje nêzî rû erdê ye, dibe sedema rizandina kokên daran û ji ber vê dar bi hişk dibin.”

Dawî li çandiniyê tê 

Firat, anî ziman ku JES zirareke mezin didin qadên çandiniyê. Firat, diyar kir ku çahlên JES’an li qada zeytûn û hejîran e û got: “Li gorî qanûna zeytûnan divê li nêzî qada zeytûnan pîşesaziyek jî tune be, lê belê niha li ber darên zeytûnan JES hatine çêkirin. Niha jî ji bo JES’ên nû li qadan digerin. Ev JES zirareke mezin didin me gundiyan. Tenê ne zêdebûna JES’an, ji bo qezenceke zêde li gor mewzûatê jî naxebitin. Heke wisa dewam bike wê 5-10 sal şûnde li deşta Aydinê bi navê çandiniyê tiştek nemîne.”

Firat, anî ziman ku ji ber JES’an rutûbet jî zêde bûye û ev jî dibe sedema nexweşînan.

‘Em ê ji bo jiyanê bitêkoşın’ 

Firat, anî ziman ku li Aydinê nexweşîna pençeşêrê di ser nîvekiya Tirkiyeyê re ye û got: “Ev qas tişt qewimîne lê hîn jî çahlên JES’an dikolin. Ev jî tê wateya ku herêm ne di xema wan de ye. Em cotkar ji bo ev yek bê rawestandin heta ji destê me bê em ê bitêkoşin.” AYDIN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar