Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Ji ber koronayê divê di zûtirin dem de hemû girtî bên berdan’

Vîrûsa koronayê (Covîd-19) her ku diçe berbelavtir dibe. Her çiqas rayedarên dewleta tirk hejmara rastî aşkera nekiribin jî tê gotin ku bi sedan kes heta niha ji ber vîrûsa koronayê serî li nexweşxaneyan dane. Di daxuyaniya fermî ya di êvara sêşemê de hatibû ragihandin ku kesekî ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da û 98 kes jî bi vîrûsê ketine. Yek ji welatên ku vîrûsa koronayê bandora herî giran lê kir jî Îran e. Îranê bi şertê kontrola edlî bi dehhezaran girtî û hikûmxwar bi rengekî demkî berdan.

Li Tirkiyeyê hikûmetê hîn gaveke bi vî rengî neavêtiye. Raya giştî û hiqûqnas hişyar dikin ku ger vîrûs bigihêje girtîgehan dê felaketeke mezin rû bide û dixwazin girtî û hikûmxwar bi şertê kontrola edlî bên berdan.

‘Kesên girtî dikarin bi şertê kontrola edlî bên berdan’

Têkildarî mijarê hiqûqnas Feyzî Çelîk di vê mijarê de bal kişand ser biryara rêxistina tenduristiyê ya cîhanê. Çelîk anî ziman ku bi biryara navborî re karê darizandinê bi temamî hatiye rawestandin û wiha got: “Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku ev yek pandemî ye. Ango ev nexweşî di asta global de belav dibe. Derzî û dermanê li dijî wê hîn nehatiye peydakirin. Li deverên girtî yên mîna girtîgehan rîsk mezin e ku belav bibe. Kesên girtî dikarin bixwazin ku bi kontrola edlî bên berdan.”

‘Dewlet neçare ku derfetên pêwîst biafirîne’

Di berdewamê de jî Çelîk diyar kir ku hikûmxwar jî ji ber tenduristiyê dikarin daxwaza taloqkirina ceza bikin û wiha domand: “Ev yek xwe dispêre Destûra Bingehîn. Li gorî xala 56/1 a Destûra Bingehîn ‘Mafê her kesî ye ku li cihekî bi tenduristiyeke baş bijî.’ Dewlet neçar e di vê mijarê de derfetên pêwîst biafirîne. Biryara pêşniyarkirinê ya HSK’ê ji bo rawestandina darizandinê jî heye. Em dixwazin ku di zûtirin dem de girtî û hikûmxwar bên berdan.”

‘Bêdengiya hikûmetê nayê qebûlkirin’

Der barê mijarê de hiqûqnas Cemîl Demîr jî ev tişt anî ziman: “Di çend salên dawî de hejmara girtiyan gelek zêde bûye. Li gel pirsgirêkên kronîk ên li girtîgehan, her wiha deverên nepaqij in. Gefeke mezin li ser mafê jiyanê yê tenduristiyeke baş a girtiyan heye. Ji ber ku çareseriyeke bingehîn nehatiye dîtin, heta niha gelek girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane. Bêdengiya hikûmetê ya li hemberî vîrûsê nayê qebûlkirin. Divê bi rengekî lezgîn çareseriyek bê peydakirin. Yekane çareseriya gengaz jî efûyeke giştî ya mayînde ye yan jî taloqkirina cezayê ya ji bo demekî ye. Divê girtî demildest bên berdan an jî bi şertê kontrola edlî bên berdan.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar