Xizmên Windayan li Amedê û Dayikên Şemiyê jî li Stenbolê çalakiyên xwe yên heftane pêk anîn û aqûbeta windayên xwe pirsîn.
Xizmên windayan û Komîsyona Windayan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin, li ser medya civakî di hefteya 596’an de aqûbeta windayan pirsîn. Xizmên windayan û ÎHD’ê vê hefteyê aqûbeta Kadrî Yilmaz ê di sala 1994’an de polîsan ew di dawetê de binçav kirin û windakirin pirsîn.
Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Gurbet Yavuz, diyar kir ku Kadrî Yilmaz li dawetê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û wiha got: “Kadrî Yilmaz li Amedê dijiya. Di Nîsana 1994’an de çû daweta xizmekî xwe. Polîsan bi ser daweta li semta Rezanê de girt û Kadrî birayê Kadrî û kesekî di dawletê de 3 kes binçav kirin. Piştî wê carek din agahî ji Kadrî nehat girtin. Malbatê ji bo Kadrî Yilmaz ê li ber çavê sedan kesan hat binçavkirin, serbest bê berdan; serî li rayedaran da. Lê rayedaran ewil gotin Yilmaz dê bê berdan. 8 roj piştî bûyerê li Navçeya Licê 3 cenaze birin mizgeftê û piştre li çala pêş dibistana Herêmê ya Leylî defin kirine. Lê piştî malbatê çû lêkolîn kirin dîtin ku yek ji kesê hatine definkirin Kadrî ye. Li gel ku malbatê tespît kirin jî dîsa cenaze nedan malbatê. Malbat hêj di şopa cenazeyê kurê xwe de ye û hêj cenazeyê kurê xwe negirtine.”
Çalakiya Dayikên Şemiyê
Dayikên Şemiyê ji ber şewba koronayê çalakiya xwe ya 798’an li ser medyaya dijîtal pêk anîn. Vê hefteyê li aqûbeta Recep Îkîncîsoy ê 16’ê Tîrmeha 1980’ê ji aliyê hêzên dewletê ve hate binçavkirin û piştre tu agahiyek jê nehate girtin, pirsîn.
Xwişka Îkîncîsoy Ayşe Îkîncîsoy diyar kir ku bavê wê pir li birayê wê geriya ye û got ku hê jî ew lê digerin û çavên wan li rê ye.
Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogdu jî axivî û wiha got: “Maf ê we nîne hûn vê êşê li malbatekê bidin jiyîn. Divê bi teqez hûn bidin nîşandan bê ka Recep li ku hatiye veşartin.”
Ji Mirovên Şemiyê Mûkaddes Şamîloglû daxuyaniya vê heftê da û ev tişt anî ziman: “Divê hesab ji kiryaran bê xwestin. Heta ku Tirkiye hevrûyê vê nebe û hesab nede, bûyerên ku berê hatin jiyîn wê îro jî dewam bike.” AMED – STENBOL