Polîsên dewleta tirk bi hinceta ku nûçeya kesên ji hêla rêveberiya HDP’ê ve bi hinceta ‘dizî kiriye’ ji kar hatine avêtin çê kiriye, der barê rojnameger Ahmet Kanbal de 2 lêpirsîn dan destpêkirin
Der barê Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) yê Mêrdînê Ahmet Kanbal de bi hinceta ku der barê qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de nûçe çêkirine, lêpirsîn dan destpêkirin. Di nûçeya behsa xeberê de tê gotin ku kesên piştî hilbijartina 31’ê adarê bi hinceta ‘dizî kiriye’ ji hêla rêveberiya HDP’ê ve ji kar hatine avêtin, qeyûm careke din girtine kar.
Bi vekirina lêpirsînê re jî rojnameger li Navenda Polîsan a Artukluyê îfade da. Di îfadeyê de polîsan pirsa kesên bi hinceta ‘diziyê’ ji kar hatine avêtin kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk di 8’ê tîrmehê de daxuyandibû ku gelek nelirêtî û dizî di şaredariyê de hatiye kirin û agahî parve kiribûn. Turk di 19’ê tebaxê de jî ji peywirê hatibû girtin û li şûna wî qeyûm tayîn kirin. Bi tayînkirinê re jî qeyûm dîsa kesên dizî kirin ên bi navên S.B. û keça wî B.Y. girtibûn kar. MÊRDÎN