Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Ji ber ku partiyên siyasî yekitiya xwe ava nakin gelê me êş dikişîne’

Welatiyên Qamişloyê bertek nîşanî partiyên ku yekitiya neteweyî qebûl nakin dan û wiha gotin: “Ger ku îro gelê me êş bikişîne sedema wê partiyên siyasî ne ku yekitiya xwe ava nekirine. Partiyên ku yekitiyê qebûl nakin divê bên cezakirin.”

Di çarçoveya xebatên yekitiya neteweyî de li rojavayê Kurdistanê gelek înîsiyatîf, semîner û hewldanên cuda çêbûn. Lê tevî hemû bangawaziyan jî hinek alî beşdarî van xebatên yekitiyê nebûn. Têkildarî mijarê welatiyên Qamişloyê ji ANHA’yê re axivîn.

Ji welatiyan Silêman Kercosî ku li taxa Hilêliyê dimîne anî ziman ku divê partiyên kurd nakokiyên di navbera xwe bidin aliyekî û wiha got: “Dema ku bibin yek, wê hêza wan xurttir bibe. Dema ku bi tenê bin dê yên derdora me têkiliyên me qut bikin. A herî girîng yekitî ye. Hinek alî ji yekitiyê direvin. Bila nerevin. Bila li pêşerojê bifikirin û pêwîstiya me bi yekitiyê heye. Ji ber ku yên li derdora me hebûna me qebûl nakin.”

‘Ji ber ku partiyên siyasî yekitiya xwe ava nakin gelê me êş dikişîne’

Welatiyê bi navê Kawa Dirbas ê ji Serêkaniyê jî diyar kir ku ew dixwaze ku kurd yekitiya xwe ava bikin û wiha domand: “Ji ber ku partiyên siyasî yekitiya xwe ava nakin, gelê kurd jiyaneke bi êş derbas dike. Bila li rewşa gelê xwe binêrin û dev ji berjewendiyên xwe berdin. Kesên ku neyên xeta yekitiya neteweyî divê bên cezakirin. Her yek li aliyekî rûniştî ye û li ser hesabê gel gavan diavêjin û guh nadin gel.”

Banga yekitiyê kir

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Idrîs Ebd Elbarî jî ev tişt anî ziman: “Ez banga yekitiyê li partiyên kurd dikim. Em dixwazin pêşketin di navbera kurdan de çê bibe û kurd bibin yek. Divê gelê kurd li ser mijara partiyên ku ji yekitiyê direvin bisekine û vî tiştî qebûl nekin. Yên ku ji yekitiyê direvin divê bên cezakirin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar