Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Ji ber kurdî axivî telefonê girtin

Dayika girtî Mervan Ertaş, Aqîde Ertaş diyar kir ku ji ber ew bi kurmancî bi kurê xwe yê di greva birçîbûnê de ye axivî telefon hat qûtkirin

Serokomarê tirk Tayyîp Erdogan beriya hilbijartinên 31’ê Adarê de li qadên mîtîngê digot êdî kurd dikarin li girtîgehan bi kurdî biaxivin. Lê li Tirkiyeyê zimanê kurdî hê jî qedexe ye, weşanên kurdî tên girtin û rayedarên dewletê nahêlin li girtîgehan kurdî were axaftin.

Girtî Mervan Ertaş li Girtîgeha Tîpa E ya Afyonkarahîsarê tê ragirtin. Ertaş ji 1’ê adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. 7 sal in girtî ye û bi îdaya “endamtiya rêxistinê” 12 sal û 6 meh cezayê hepsê lê hat birîn. Mamê Ertaş, Resûl Ertaş jî li Girtîgeha Konyayê bi heman daxwazê di greva birçîbûnê de ye.

Dayika Ertaş, Aqîde Ertaş anî ziman ku herî dawî 2 meh berê bi kurê xwe re hevdîtin kiriye û got: “Tenê dengê wî hat min. Kurê min herî dawî got ‘Em ji bo bijîn li ber xwe didin.’ Dengê wî baş nedihat. Digot ‘Em baş in. Em ji bo dilê dayikan neşewite têdikoşin.’ Xwest kêfa me li cih be.”

‘Ji bilî kurmancî zimanekî din nizanim’

Dayik Ertaş anî ziman ku herî dawî dema bi kurê xwe re diaxivî çend caran telefon hat girtin û wiha got: “Ez ji bilî kurmancî tu zimanek din nizanim. Ji ber ez bi kurmancî axivîm telefonê digirin. Ez nikarim bi kurê xwe re bi zimanê xwe biaxivim. Ez ê biçim daxwazname bidim parêzer.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar