Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Ji ber kuştina Narîn Guran 8 kes hatin girtin

Di lêpirsîna der barê kuştina Narîn Guran de dayika wê Yuksel Guran û kekê wê Enes Guran jî di nav de 8 kes hatin girtin.

Narîn Guran a 8 salî di 21’ê tebaxê de li gundê Çûlî yê navçeya Rezana Amedê ve hatibû windakirin. Piştî 19 rojan 8’ê îlonê cenazeyê Narînê li çemê binê gund hat dîtin. Piştî dîtina cenaze re 24 kes di çarçoveya lêpirsîna der barê kuştina Narînê de hatin binçavkirin. Salîm Guran roja 2’yê îlonê hat girtin. Nevzat Bahtiyar ê ku li xwe mikûr hat û gotibû cenaze li ser xwesteka Salîm Guran daniye devê çem 10’ê îlonê hat girtin. Meleyê gund ê hatibû binçavkirin piştî karûbarên binçavkirina li cendirmeyan hatibû berdan.

22 kes dema binçavkirina wan hatibû dirêjkirin û duh piştî îfadeyên li cendirmeyan ew birin Edliyeya Amedê. Nêzî 12 saetan karûbarên îfadedayîna gumanbaran dewam kir. Bavê Narînê, Arîf Guran û xizmên Narînê, Ogulcan, Osman, Devran Guran, Melek Guran, mamên wê Bariş, Memduh û Halîl Îbrahîm Guran, meta wê Azîze Kaya, karkerê Salîm Guran, Omer Yildiz hatin berdan.

Piştî karûbarên îfadedayîna dozgeriyê, 9 kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Nobedar hatin kirin. Dadgeriyê der barê 8 kesan de biryara girtinê da. Dayikê Narînê, Yuksel Guran û kekê Narînê Enes Guran ji sûcên, “îştîrakî sûcê kuştina bi qestî kirine” hatin girtin. Keçapa Narînê, Bîrsen Guran, xizmê wê Muhammet Kaya, jinapa wê Maşallah Guran, karkerên Salîm Guran; Mehmet Salîm Atasoy, Ramazan Atasoy (15), hevjînê meta Narînê; Mehmet Şevîk Kaya jî ji sûcê, “alîgirtina sûcdar, tunekirina delîlên sûc” hatin girtin.

Apê Narînê Fûat Guran jî ji sûcê, “Tunekirina delîlên sûc” hatibû sewqkirin lê dadgeriyê wî bi şertê kontrola edlî berda.

Her wiha keçapa Narînê Melîke Guran jî ji sûcê “alîgirtina sûcdar, tunekirina delîlên sûc”, apên Narînê Kurtuluş û Omer Faruk Guran jî ji sûcên “tunekirina delîlên sûc” bi xwesteka tedbîrên kontrola edlî sewqî dadgeriyê hatin kirin. Her sê kes jî bi şertê kontrola edlî ji aliyê dadgeriyê ve hatin berdan.

Ramazan Atasoy jî bêyî ku tedbîra kontrola edlî lê bê sepandin hat berdan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar