Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Ji ber muzîka kurdî hat îşkencekirin

Li Amedê welatiyê bi navê Hakki Bat ji ber guhdarkirina muzîka kurdî rastî êrîşa polîsan hat û li qereqolê 12 saetan hat îşkencekirin

Bêtehemûlî û êrîşa li hemberî zimanê kurdî van demên dawî derketiye asteke jor. Kurd li bajarên Tirkiyeyê ji ber axaftin an jî guhdarkirina muzîkên kurdî rastî êrîşên nijadperest tên, tên qetilkirin û li bakurê Kurdistanê jî bi heman hincetî rastî îşkenceya polîsan tên.

Li Amedê jî welatiyê bi navê Hakki Bat ji ber guhdarkirina muzîka kurdî rastî êrîşa polîsan hat û li qereqolê 12 saetan hat îşkencekirin.

Mexdûrên bûyerê  der barê  îşkenceya li taxa Bagcilar a Rezan a Amedê dest pê kir û heya Qereqola Polîsan a 10’ê Nîsanê berdewam kir de,  li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) civîna çapemeniyê li dar xist.

Di civînê de destpêkê serokê ÎHD’ê Abdullah Zeytûn axivî û wiha got: “Polîtîkayên necezakirinê, îşkenceyê û kiryarên xerab teşwîq dike. Îşkece sûcê mirovahiyê ye. Em ê bi her awayî alîkariya hiqûqî ya mexdûran bikin. Em dixwazin demildest erkdarên vî sûcî kirin ji kar bên avêtin û der barê wan de lêpirsîn bê vekirin. Divê polîsên ku ev îşkence kirin bên girtin û em ê mudaxilê vê bûyerê bin.”

Nêzî 50 polîs hatin kafeyê

Mexdûr Hakki Bat jî diyar kir ku dema li kafeya xizmekî xwe rûdinişt, ji telefonê muzîka kurdî guhdar kir û da zanîn ku di wê navberê de 2 polîsên sivîl mudaxileyê wî kirin û jê re gotine “Gelo tu dizanî guhdarkirina muzika kurdî qedexe ye’ û wiha domand: “Min jî got na ne qedexe ye. Ji ber vê gotina min polîs bi ser min de hatin. Min jî bertek nîşanî wan da. Dûre ji min re gotin ‘Rawestin hûnê bibînin’ û ji kafeyê derketin. Piştî demekê nêzî 50 polîs hatin kafeyê û pirsa ‘Kê bertek nîşanî polîsan da’ kirin. Min jî got ‘min bertek nîşan da.’ Li ser vê yekê polîsan gaza îsolê bera me dan. Polîsan ji nişka ve êrîşî min kir. Ez bi erdê re dirêj kirim û destên min paşve kelemçe kirin. Pêl pişta min kirin, kemer bi qirika min ve alandin û şidandin. Serê min ji erdê rakirin, çavên min vekirin û gaza îsotê bera dan. 6 birayên min ên hatin cihê bûyerê jî rastî lêdan û îşkenceya polîsan hatin. Bi qûndaxa çekê li serê birayê min Mahsûn dan. Birayê min xwest ji ber êrîşê bireve lê polîsan şarjorek guleyan vala kir. Destpêkê çek berî hewayê dan lê dûre rasterast gule li birayê min reşandin û wisa binçav kirin. Polîsan di wesayîtê de jî îşkence berdewam kir û heya em birin Qereqola Polîsan a 10’ê Nîsanê îşkece domandin. 12 saetan li me îşkence kirin. Em ê şopdarê vê bûyerê bin.”

 Piştî îşkenceyê gef xwarin

Her wiha Bat destnîşan kir ku piştî binçavkirinê îfadeyên wan li qereqolê hatin girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo kontrola tenduristiyê me sewqî nexweşxaneyê kirin. Berî me derxin muayeneyê polîsan gef li me xwarin û ji me re gotin ‘Bêjin em ji derenceyan de ketin û serê me li erdê ket.’” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar