Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Ji ber barana kêm, berê giha îsal baş nebû

Zozanên Kahniya Sûlavê, Tamzûrê û Embarê ku nêzî 14 hezar pez lê tên çêrandin, niha hindik mane hişk bibin. Gundiyan anî ziman ku ji ber nebarîna baranê giha şîn nebûne û ji niha ve ketine tatêla çêrandina pezên xwe

Li gundê Peyanîs ê Colemêrgê ku 400 mal lê ne, gundî 14 hezar pezê xwe li zozanên Kahniya Sûlavê, Tamzûrê û Embarê diçêrînin. Gundî her roj diçin van zozanên ku biqasî 12 kîlometreyan dûrî gund in û pezên xwe didoşin. Bêrîvanên di saetekê de diçin van zozanan, rojê du caran pez didoşin. Lê belê ji ber îsal pir baran nebariyaye li van zozanan giha pir şîn nehatiye û gundî ji niha ve ketine tatêla çêrandina pezên xwe.

Welatiyê bi navê Nazim Aslan anî ziman ku ew debara xwe bi sewalvaniyê dikin û bi salan e tên zozanan û wiha got: “Li vir zozanên Kahniya Sûlavêî Tamzûrê û Embarê hene. Li gundê me 300-400 mal hene. Bi giştî 12 col pezên me hene û li van zozanan diçêrin. Ev der pir xweş e, lê dema baran nebare rewşa me xirab dibe.”

‘Ji ber nebarîna baranê zê giha li zozanan şîn nebûn’

Remzî Korkmaz diyar kir ku nêz 15-20 rojan in hatine zozanan û heta niha ew rojê carekê pez didotin lê niha rojê du caran didoşin û wiha axivî: “Ji ber vê hema bêje heta dawiya rojê bêrîvan li vir dimînin. Niha hejmara pezê cola me hezar û 100 e. Bi rastî jî em ji jiyana zozanan hez dikin. Her çend zehmetî hebin jî lê dîsa em jê hez dikin. Îsal berf zêde bariya, lê di biharê de hema bêje baran nebariya. Ji ber vê giha li zozanan baş şîn nehat.”

Jina bi navê Hatîce Guldar da zanîn ku ew ji jiyana zozanan hez dikin û her roj ji bo dotina pez tên zozanan.

Jina bi navê Bêrîvan Behîce Demîryent jî ev tişt anî ziman: “Em bêrîvan in. Bi salan e em vî karî dikin. Em her sibeh zaroka li mal dihêlin û tên zozanan. Ji bo debara xwe em bêrîvantiyê dikin. Helbet zor û zehmetiyên wê hene, lê ji ber em muhtacî kesî nabin em kêfxweş in. Bi saetan em dimeşin û tên vir. Li gund em tenê debara xwe bi sewalvaniyê dikin û bi salan e em bi kêfxweşî vî karî dikin.”

Ji ber barîna barana kêm îsal çandinî nekiriye

Her wiha Îsmaîl Guldal ku ji ber barîna barana kêm îsal çandiniyê nekiriye û niha ji bo debara xwe şivantiyê dike jî ev tişt anî ziman: “Ev zozanên gundê Peyanîsê ne. Evqas erdê gund hene, lê dîsa jî pirsgirêk hene. Ji ber barîna barana hindik giha kêm in. Her wiha ji ber min nikaribû debara xwe bikim cara ewil e şivantiyê dikim. Berê min erdê xwe diajot. Lê îsal mecbûr mam şivantiyê bikim.” COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar