Ji ber çalakiyên ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê re, Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê der barê 7 endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê ya Edeneyê de bi îdiaya ‘Endamên rêxistinê ne’ doz vekir
Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê der barê 7 endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê de, ji ber çalakiyên ji bo greva birçîbûnê îdianame amade kir. Îdianameya ku bi îdiaya ‘Endamên rêxistinê ne’ hatiye amadekirin, ji hêla Dadgeha Giran a Zarokan a Edeneyê ve jî hate qebûlkirin.
Di îdianameyê de îfadeyên ciwanê bi navê M.K. ên li ser 7 endamên meclisa ciwanan hene. Her wiha hevpeyvînên ciwanan ên têkildarî greva birçîbûnê bi ajansan re kirin jÎ wekî sûc hatiye destnîşankirin.
Danişîna ewil a dozê dê di 9’ê adara 2020’an de li Dadgeha Giran a Zarokan a Edeneyê bê dîtin. EDENE