Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Ji ber şewba koronayê jiyana Ocalan di bin rîskê de ye’

Buroya Hiqûqê ya Asrinê diyar kir ku di dema şewbê de jî wan ji muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nestendiye û daxwazên wan ên hevdîtinê bêyî hincet tên redkirin. Buroyê destnîşan kir ku li hemberî vê bêhiqûqiyê di 16’ê nîsana 2020’an de raporek ji CPT’ê re şandine. Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku hem li hemberî xetereya vîrûsa koronayê (Covîd-19), hem ji bo tevdîrên li Îmraliyê û hem jî ji bo ku agahdarbûna ji rewşa tenduristiyê ya muwekîlên xwe, serî li saziyên pêwendîdar ên hiqûqê dane lê hemû daxwazên wan hatine redkirin. Bîlmez têkildarî mijarê ji ANF’ê bi Zeynep Kûray re axivî.

Îbrahîm Bîlmez anî ziman ku pergala tecrîdê ya Îmraliyê tê wateya bêhiqûqî, îzolasyona û nestendina agahiyane. Bîlmez wiha dom kir: “Îzolasyona li vê derê ji tevdîra tenduristiyê ya piştî Covîd-19’ê ya wekî îzoloasyona tê zanîn gelekî cuda ye. Li Îmraliyê 21 sal in tecrîdeke giran heye. Vê yekê ji bo cezakirin û tolhildanê dikin. Bi sedan personelên leşkerî û sivîl hene. Ev personel bidorvger dixebitin. Ev kes di nava civakê de ne û dibe ku vîrûs li girava Îmraliyê jî belav bibe. Di demekî wiha de me serî li saziyên pêwendîdar ên hiqûqa navxweyî da. Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ev daxwazên me red kirin. 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê jî îtîrazên me yên li dijî van biryaran red kir. Di rapora xwe ya dawîn a ji bo CPT’ê de me qala vê pêvajo, fikar,daxwaz û rewşa li Îmraliyê kir.”

‘Mafê axaftina bi telefonê tê binpêkirin’

Di berdewamê de jî Bîlmez ev tişt anî ziman: “Ji roja ku birêz Ocalan anîn Îmraliyê heta niha nahêlin mafê xwe yê telefonê bi kar bîne. Her sê muwekîlên me yên din jî piştî ku anîn Îmraliyê ji vî mafê xwe bêpar hiştin. Muwekîlên me yên berê li Îmraliyê û piştre jî hatine veguhestin, vî mafê xwe bi kar tînin. Di vê pêvajoya şewbê de jî bi dirêjî dikarin mafê xwe yê telefonê bi kar bînin. Ev tişt diyar dike ku li Îmraliyê mirov nikare qala mafên mirovan û ‘hiqûq’ê bike. Li Îmraliyê pergaleke tecrîdê ya taybet hatiye avakirin û hiqûq nikare tiştekî pê bike.

Cezayên disiplînê

Bîlmez destnîşan kr ku di pergala Îmraliyê de cihêkariyeke aşkera û keyfî heye û wiha got: “Mînak, bêyî ku haya me jê bibe cezayê disiplînê didin muwekîlên me. Armanca van cezayan ew e ku hevdîtinên bi malbatê re red bikin. Em nizanin ji bo çi ev ceza tên dayîn. Ev ceza bi awayeke pergalî tên dayîn. Dema em van cezayan dipirsin jî dosyaya lêpirsînê ji ber me direvînin. Heke demên wan ên îtîrazê neqediyabe, bêyî ku em ewraqên di dosyeyan de bibînin û bizanibin bê ka çima ceza dane muwekîlên me, em îtîrazên xwe dikin. Li Tirkiyeyê heke wekaleta wan hebe hemû parêzer li ser pergala UYAP’ê dikare xwe bigihîne ewraqên dosyayên dozê û yên disiplînê. Li ser vê pergalê daxwazname dikare were şandin lê em nikarin xwe bigihînin van dosyeyan. Ewlehî weke sedem tê nîşandan. Ji bo ku nehêlin em dosyeyan bibînin, xebatkarên van beşan bi aşkera derewan dikin.”

‘Ji ber şewbê Ocalan di bin rîskê de ye’

Parêzer Bîlmez anî ziman ku şewba koronayê li ser jiyana tenduristiya muwekîlên wan rîskeke mezin e û wiha pê de çû: “Birêz Ocalan e ji ber temenê xwe yê mezin û nexweşiya xwe ya bêhstendinê û tecrîda giran a 21 salan, di bin rîskeke mezin de ye. Me di serlêdanan de bal kişandibû ser van tiştan û xwestibû ku tevdîr bên girtin. Lê serlêdan bi awayekî kêfî hate redkirin. Haya me ji tenduristiya birêz Ocalan û muwekîlên me yên din nîne. Ger li wir vîrûs belav bibe jî li wir nexweşxane û navendên tenduristiyê yên xwedî cîhaza bêhnstendinê nînin. Di rewşeke îxtîmalî de divê bi lezgînî mudaxele were kirin. Heta ji Îmraliyê biçin nexweşxaneyê dê gelek saet derbas bibe. Em ji ber vê rewşê bi fikar in.”

Bi domdarî jî Bîlmez daxuyand ku ji ber rewşa vîrûsê dema ku serlêdanan dikin di serlêdanên xwe de diyar dikin ku bila hevdîtin li gorî şert û mercên guncav pêk bên. Bîlmez destnîşan kir ku ji ber rewşa şewbê hevdîtin li şûna odeyên vekirî, dikare li odeyên girtî bi rêya telefonê jî bê kirin.

Helwesta CPT’ê ye

Îbrahîm Bîlmez herî dawî jî bal kişand ser CPT’ê û wiha axivî: “CPT yek ji kêm saziyên navneteweyî yên fermî ye ku dikare tecrîd û bêhiqûqiya li Îmraliyê tespît bike, bixwaze ku ev bêhiqûqî ji holê bê rakirin û ji bo vê kar bike. Pêvajoya Îmraliyê ji sibata 1999’an û vir şopandiye û gelek caran serdana Îmraliyê kiriye. Raporên xwe yên piştî van serdana li ser bêhiqûqî û tecrîda li Îmraliyê amade kirin û pêşniyarên xwe yên çareseriyê destpêkê bi Tirkiyeyê û piştre jî bi raya giştî re parve kiriye. Lê belê pirsgirêk ew e ku cihêkariya hiqûqî, tecrîd, bi kurtasî ‘kêfiyet’ a li Îmraliyê ku me beriya niha ji CPT re ragihand û giliyên wê kirin, di hemû raporên CPT’ê de cih digirin. Ya ku CPT divê bike ew e ku ji bo bidawîkirina vê bêhiqûqiyê bi Tirkiyeyê re danûstandinan bike, di vê dema şewbê de daxwazên me tavilê bi cih bîne û vê pêvajoyê bişopîne. Ger vê neke û li pêşberî rewşa li Îmraliyê bêdeng bimîne, hingî bi rengekî neyekser wê ev kiryar qebûl kiribe. Daxwazên me yên lezgîn ku di rapora dawî de jî me ji CPT re ragihand wiha ne; ji bo vîrûsa koronayê li girtîgeha Îmraliyê belav nebe, bi rengekî lezgîn tevdîrên tenduristiyê û paqijiyê bên girtin; têkildarî rewşa tenduristiyê ya muwekîlên me bi têrkerî agahî ji me re bên dayin, di nava şert û mercên guncav de derfetên hevdîtina muwekîlên me bi malbatê û parêzeran re bên afirandin, mafê wan ê axaftina bi telefonê tavilê bê dayin, dawî li cezayên disiplînê yên kêfî bên anîn ku bi rêk û pêk li wan tê birîn û cezayên hatine dayin jî bên betalkirin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar