Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Ji ber strana HDP’ê binçav kirin

Polîsan li Çewlikê li wesayîta xebatên hilbijartinê yên HDP’ê dimeşîne 324 TL cezayê pereyan birî. Ajokarê wesayîtê jî ji ber stranên HDP’ê ya “Bijî bijî HDP” û gotina stranê ya “Kurdistan” binçav kirin

Xebatên hilbijartinê li gelek bajaran berdewam dike. HDP jî gund bi gund û navçe bi navçe xebatên hilbijartinê berdewam dike. HDP’a Çewlikê jî bi heman armancê li gund û navçeyan xebatên xwe berdewam dike. Wesayîtên anonsê yê bangê ku xebatên hilbijartinê yên HDP’ê dimeşîne, rastî astengiyên polîsan tên. Polîsan, ji 10 wesayîtên hilbijartinê yên HDP’ê ku wêneyên hevşaredaran lê hatibû zeliqandin, li 3 wesayîtan ji bo her yekê 108 TL bi giştî 324 tl cezayê pereyan birî. Polîsan bi hinceta ku reklamên li wesayîtê zeliqandine li ruhsatê nehatiye nivîsandin û ev yekî sedema sûc nîşan da.

Polîsan wesayîteke HDP’ê ya hilbijartinê rawestand û bi hinceta strana hilbijartinê ya “Bijî bijî HDP” distra, ajokarê wê Mursel Karasu binçav kir. Polîsan bi hinceta di nava stranê de peyva “Krdistan” derbas dibe ajokar binçav kir û birin Midûriyeta Polîsan a Çewlikê. Karasu, piştî îfade da serbest hat berdan.

Ewil şopandin û piştre binçav kirin

Ajokarê wesayîtê Mursel Karasu, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û serpehatiyên xwe anî ziman. Karasû anî ziman ku dema li nava bajar digeriya polîsan ew şopand û piştî rawestandin ew binçav kirin. Karasu diyar kir ku dema hat binçavkirin polîsan pirsa “Kê stranên ku peyva “Kurdistan” têde heye li flaş beleke bar kiriye pirsîn. Karasu anî ziman ku piştî îfade da serbest hat berdan.

Polîsan li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê jî wesayîta hilbijartinê rawestand. Hevserokê HDP’ê yê Dara Hênê Îsmail Handan û ajokarê dolmîşê jî bi heman hincetê hatiye binçavkirin û serbest hatiye berdan.

Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Navendî ya Çewlikê Zeynel Barlas, bertek nîşanî astengiyan da û wiha got: “Li Çewlikê ji xeynî me 9 partiyen siyasî xebatê dimeşinin. Lê tenê xebatên me tên astengkirin. Li gorî lêkolînê heta niha der barê reklamên ku li wesayîtên hilbijatinê hatine barkirin de ceza nehatiye birîn. Pêkanîna polîs û cendirmeyan keyfî ye. Niha jî bi hinceta reklam li ser ruhsatê nehatiye nivîsandin ceza dibirin. Ev li dijî qanûn û hiqûqêye. Bi temamî keyfî ye. Bi van astengiyan dixwazin rê li pêş xebatên HDP’ê bigirin û HDP’ê asteng bikin. Ew çi bikin nikarin me ji xebatên me paşve bixin.” ÇEWLÎK  

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar