Hozan Arhat (Raşît Ozçakar) ji ber ku li Beykoza Stenbolê, di dawletekê de bi kurdî stran strî, hat binçavkirin. Bûyer duh bi şev pêk hat. Hozan Arhat bi hinceta ku di dawetê de stranên Sîpan Xelatê û Bêrîtan strî, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Polîsan Hozan Arhat birîn Miduriyeta Polîsan a Beykozê û îfadeya wî girtin. Hozan Arhat di îfadeya xwe de wiha got: “Strana Bêrîtan bi bandrollu û destûr heye ku bê gotin.”
Hozan Arhat piştî îfadedayînê serbest hat berdan. STENBOL