Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Ji ber vîrûsa koronayê karantîna û qedexekirina çalakiyên girseyî

Şewba Covîd-19 ku meha kanûnê li bajarê Wûhan ê Çînê der bû û li gelemperiya cîhanê belav bû, bi 110 hezar kesî ket. Hejmara qurbaniyan jî 3 hezar 800 derbas kir.

Li Çînê 80 hezar û 700 mirov bi vîrûsê ketin. Piştî Çînê vîrûsê herî zêde bandor li Îtalyayê kir. Li Îtalyayê yek ji çar parên nifûsa welêt di karantînayê de ye. Ji Mîlanoyê ku paytexta aboriya bakurê welêt e heta yek ji bajarên girîng ên tûrîzmê Venedîkê qadeke berfireh di karantînayê de ye.

Midûrê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Tedros Adhanom Ghebreyesûs Îtalya silav kir û diyar kir ku ‘tecrîdên bi wêrekî ‘ û ‘berdêlên rasteqîn’ pêşkêş kiriye. Lİ Îtalyayê 7 hezar û 375 kes bi vîrûsê ketin û herî kêm 366 kes ji wan jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihandin ku karantîna wê heta 3’yê nîsanê derbasdar be. Li qada karantînayê ku weke ‘herêma sor’ tê binavkirin zêdeyî 15 milyon mirov dê nikaribin bi hêsanî tevbigerin.

Ji ber tedbîrên karantînayê û belavbûna vîrûsê kolan û garên Îtalyayê vala bûn, tûrîzm rawestiya.

Li Fransayê qedexe

Li Fransayê jî ji ber şewba vîrûsa Korona Covîd-19, xwepêşandanên ku hejmara beşdaran hezar kesî derbas dike hatin qedexekirin

Piştî civîna Konseya Ewlekariyê ku li Qesra Elysee hate lidarxistin, Wezîrê Tenduristiyê Olîvîer Vêran daxuyaniyek da û wiha got: “Di asta neteweyî de xwepêşandanên ku zêdeyî hezar kes tev li dibin ji niha û pê ve qedexe ne.”

Heta niha xwepêşandanên bi beşdariya zêdeyî 5 hezar kesî qedexe bûn. Ji ber vê yekê jî gelek çalakî hatibûn betalkirin. Yek ji wan jî fûara pirtûkan a navbera 20-23’yê adarê bû.

Li gorî biryarnameya ku roja şemiyê hate îmzekirin qedexeya ku heta 31’ê adarê bû heta 15 rojan dema wê hate dirêjkirin.

Tê payîn ku biryar li mala Lîga Şampiyonan a PSG-Dortmûndê û tûrnûvaya Sîx Natîons bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar