Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Ji ber xeletiyên partiyên siyasî gelê kurd kete xetereyê’

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Mistefa Henîfî anî ziman ku partiyên siyasî yên kurd heta vê kêliyê jî ji ber nakokiyên xwe nikarin bigihijin lihevkirineke siyasî. Henîfî got ku ji ber xeletiyên partiyên siyasî, gelê kurd di bin xetereyê de ye

Di demên dawî de ji rewşenbîr, hunermend, rêxistin û partiyên li welat û derveyî welat ji bo yekitiya neteweyî ya kurdan gelek caran bang hatin kirin. Partiya Demokratîk a Pêşeverû ya Kurd li Sûriyeyê jî erênî nêzî van bangawaziyan dibe. Têkildarî mijarê endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Mistefa Henîfî bi ANHA’yê re axivî.

Mistefa Henifî anî ziman ku partiyên siyasî yên kurdî nikarîn mafên gelê xwe ji ber nakokî û berjewendiyên xwe yên siyasî bi dest bixin. Henîfî diyar kir ku piştî aloziya li Sûriyeyê, partiyên siyasî gelek xeletî kirin û wiha domand: “Ji ber nakokiyên di navbera aliyên siyasî de, li ser gelê me xetere çêbû. Heta vê kêliyê jî em kurd negihiştinê wê astê ku ji bo lihevkirineke siyasî ku nûnertiya gelê kurd dike, nakokiyên xwe bidin aliyekî.”

Sedema veqetîna ji ENKS’ê

Têkildarî helwesta ENKS’ê de jî Henîfî ev tişt destnîşan kir: “Partiya me ji ber gelek sedeman ji ENKS’ê vekişiya. ENKS beşeke ji muxalefeta ku bi rûyê xwe yê îxwanî tê naskirine. Partiya me jî biryara parastina taybetmendiya Sûriyeyê da. Em ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve banga yekitiya kurdan dikin. Beriya êrîşa dewleta tirk, buroya me helwesta xwe diyar kiribû û banga diyalogên partiyên siyasî kir. Di vê çarçoveyê de jî bi 14 partiyên kurd re civiya.”

‘Xetereyeke mezin li ser kurdan heye’

Herî dawî jî Henîfî wiha got: “Ji ber hinek nakokiyan em nikarin tev li Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bibin. Xetereyek heye û gefeke mezin li ser gelê kurd heye. Ger partiyên kurd negihiştin lihevkirineke siyasî dê nekarin mafên xwe bi dest bixin. Xetereyeke mezin li ser kurdên li Sûriyeyê heye. Hêvîdarim ku partiyên kurd bigihijin lihevkirineke siyasî da ku bikeve xizmeta berjewendiyên gelê kurd.” KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar