Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

‘Ji ber xiyanetkarên weke PDK’ê raperînên Koçgirî, Şêx Seîd, Agirî û Dersimê hat têkçûn’

CDK-S diyar kir ku êrîşên bi hevkariya PDK'ê li dijî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê têne kirin ji bo tunekirina destketiyên kurdan ên têkoşîna 40 salên dawî ye û wiha got: “Em ji raya giştî re radigihînin ku vê xiyanetê û êrîşên hevkariyê tu carî qebûl nakin.

Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) bi bîr xist ku berxwedana gelê kurd a sed salên dawî ji ber xiyanet û hevkariyê hatiye tepisandin û ragihand ku êrîşên bi hevkariya PDK’ê li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têne kirin ji bo tunekirina destketiyên têkoşîna 40 salên dawî yên kurdan e.

Di daxuyaniya nivîskî de ya bi navê CDK-S’ê hate weşandin, hate destnîşankirin ku kurd wê nehêlin ku destketiyên bi têkoşîna 40 salan hatine bidestxistin bêne tunekirin û bang li PDK’ê kir ku tavilê dest ji vê helwesta xwe berde.

Di daxuyaniya CDK-S’ê de hate gotin, “Li çar aliyên cihanê kurd salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê bi coşeke mezin pîroz dikin. Lê belê li başûrê Kurdistanê provokasyonên li dora xeta xiyanetê ya rejîma PDK’ê jî dewam dikin.

Ev karên provokatîf ên manîdar aşkere ye ku li dijî berxwedana gelê kurd a sed salên dawî ye. Di encama hevkariya xiyanetkaran a bi dijmin re gelek raperîn û berxwedanên mîna Koçgirî, Şêx Seîd, Agirî û Dersimê li ber serkeftinê hatin tepisandin.

Bi polîtîkayên heyî yên PDK’ê re jî hewl tê dayin ku destketiyên têkoşîna 40 salan ji holê bêne rakirin, lê êdî tehemûla kurdan ji vê yekê re nemaye. Êrîşên li başûrê Kurdistanê yên bi agahiya PDK’ê yên li ser gerîla nayên qebûlkirin.

Daxuyaniya dawî ya rêveberê PDK’ê Elî Ewnî bangek ji bo rûdana şerê navbera kurdan e.

Di vê demê de ku bi saya Tevgera Azadiyê ya Kurd destkeftî hatin afirandin û kurd li ser dika dîrokê bûn xwedî cihekî, em ji raya giştî re radigihînin ku vê xiyanetê û êrîşên hevkariyê tu carî qebûl nakin.

Em bang li PDK’ê dikin ku dest ji vê helwesta hevkarî û xiyanetê berde.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar