Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Ji bihara jinan û azadiya jinan re hezar silav

Ez 8’ê Adara tevahiya jinan pîroz dikim, slav û hezkirinên xwe radigihînim. Bi vê rasthatinê re, dikarim bi 8’ê Adarê ve girêdayî, vana bidim xuyakirin: Di pêvajoya pênc hezar salî ya heta Sûmeran de serdemeke dayiksalarî hate jiyîn. Di Sumeran de ev serdema dayîksalariyê cihê xwe ji serdema bavsalariyê yan jî baviksalariyê re hişt. Di vê demê de, di Sumeran de îlana baviksalariyê hate kirin. Ji Sumeran ve di pênc hezar saliya bûhurî de serdema baviksalariyê ye. Heta roja me pênc hezar sal dayîksalarî û pênc hezar sal jî serdema baviksalarî hate jiyîn.

Di feraseta me de ne tam dayîksalarî ne jî tam baviksalarî heye. Feraseta me bihevrebûneke herdûyan tîne cem hev, xwe dispêre felsefeyê û bingeheke xwe ya felsefî heye. Belê, divê jin û mêr li gel hev bijîn û dikarin bijîn. Lê bila ev şaş neyê têgihiştin; tişta ez li vir qala wê dikim, ne azadiya zayendî ye, ez vêya jî teswîp nakim. Ew bihevrebûna jin û mêr a ez qala wê dikim, divê bi felsefeyê were stirandin û bihevrebûneke bi bingeha xwe ya felsefî hebe. Bihevrebûna jin û mêr, ancax wisa dikare were watedarkirin. Rewşeke berevajî wê me bibe ev zayendiya jinê ya di kapîtalîzma hov de tê dîtin. Vê encama zayendiya jinê ya kapîtalîzma hov, ev felaket e, zinix e. Pêwîst e têkiliyeke spartî bi zayendiyeke çors, hundirê xwe vala û ku felsefeya xwe nine, nebe.

Qesta min a ji azadiya jinê jina zana û bivîn e. Ramanên min ên di derbarê jinê de pir cûda ne û pir nû ne. Min vê mijarê di pirtûka xwe ya bi navê Sosyolojiya Azadiyê de bi awayekî berfireh girt dest; dikarin ji wir jî sûd wergirin. Heya tekoşîna azadiya jinê neyê biserxistin, wê tekoşîna sosyalîzmê, tekoşîna demokrasî û azadiyê nikaribe bigihîje serkeftinê.

Xebatên min yên ji bo azadiya jinê tên zanîn. Nêzîkatiya min ya li hemberî pirsgirêka jinê tê zanîn. Ez bi hiş û dile xwe nêzî jinê bûm. Nêzîkatiya min ya li hember jinê bi giştî li ser esasê azadiyê ye. Ev ji bo gel çawa ye ji bo jinê jî wisa ye ji bo mêr jî wisa ye. Ji bo ew di alî fikr û raman, siyasî û felsefî de azad bibin min kedek mezin da.

Min xwe di azadiya jinê de aniye astek bi raye. Di mijara azadiya zayendî û jinê de wek felsefî di cihekî girîng de me. Pirsgirêka jinê di esasê de pirsgirêka desthilatdariyê ye. Fînansa kapîtal mirovan dixapîne. Tekel wisa cîhanê bi rêve dibin. Dema vê dikin jî qet hilberînê nakin û bi trilyon û katrilyon pere xerc dikin û vê dikin. finansa kapital dixwaze her tiştî di bin kontrola xwe de bihêle. Hûn xwe baş nas nekin hûn dikarin têbikoşin. Heta hûn di asta tasfiyeyê de ne. We bi kar tînin û hûn nizanin ku we çawa bik artînin. Fînansa kapîtal vê bi awayekî bi xof bi kar tîne. Her tişt li ser rekleman hatiye avakirin. Ya hûnê bikevin bin kontrola desthilatdariyê yan jî hûnê bimrin. Wekê din rêbaz tune ye. Jin wek alav tên bikaranîn.

Azadiya jinê azadiya civakê ye. Jin azad be civak jî azad dibe. Di feraseta min de ev heye. Divê jin ji alavbûnê derkeve û bibe kirdeya azad. Ger jin di asta kirdeye de bilind bibe wê civakê jî,bajr jî, gel, komunê jî azad bike. Jin azadiya xwe pêk bîne wê civak jî azad bibe û komunên azad jî bên avakirin

Ev pisgirêkek 5 hezar saliye û li dijî vê berxwedanek bi heybet heye. Lê jiyana ku divê bê jiyîn baş bê fêmkirin û xwe di vê esasê de nas bike. Bila di esasa azadiyê de nêzî min bibin. Ez di esasa azadiyê de nêzî jinan dibim. Bi qasî jinê divê gel û mêr jî xeta azadiyê esas bigirin. Min li Şamê ji keçan re digot. Çi dibe bila bibe di esasê azadiyê de bijîn û wisa nêzî mêr bibin. Di vê mijarê de min rexne dikin, ez jî mêr im bila xwe ji min jî biparêzin.

Xwe ji van têkiliyan û ji vê mêrtiyê biparêzin. Tu carê nekevin têkiliyên erzan, bê nirx û bi êş. Divê jin xwe baş nas bikin û venasînin. Azadî divê teqez hebe. Azadî rewşa mêjî û rih e. Min her tim ji jinan re digot, ger azadiyê dixwazin bila wisa nêzî min bibin û ger hez dikin jî bila wisa hez bikin.

Ez ji bo hemû jinan vê dibêjim: Ji bo ji bêdengiya 5 hezar salî xilas bibin divê xwe pêş bixînin xebatên girîng bimeşînin. Divê pir bixebitin xwe rêxistin bikin. Divê di mijara azadiya jinê de zayendperestî neyê kirin. Divê min baş fêm bikin.  zayendperestî bi qasî netewperestî û fikrên din bi xetere. Jin û keçên dibêjin em girêdayê te ne hene. Ger ku girêdayê min bin û di riya azadiyê de bin divê şoreşa siyasî û zîhniyetê ya jinan pêk bînin.  Bi tena serê xwe azadiya zayendê  têr nake. Ev mijarek baweriyê ye. Azadiya jinê wisa ne hêsane. Ez ê her tim piştgiriyê bidim wan. Ez bêtir aliyê fîkrî û felsefî ava dikin. Ez ji bo azadiya wan têdikoşim. Lê wek min got divê xwe rêxistin bikin û azadiya xwe pêş bixînin.

Jin gelek binirxin. Em kurên wan, destgirtî û hezkiriyên wan in. Ev ne bedenî ye, girêdayîneke rihî û fikrî ye. Di vir de girêdayîna rih girîng e. Ez di esasa azadiya jinê de jiyam û ez ê bijîm. Di PKK’ê de di vê mijarê de şerekî bi xof jî hat jiyîn. Ez ji hevalên mêr re vê jî dibêjim. Faşîzma herî kevn û êrîşkar, nêzîkatiya mêr a li hember jinê ye.

Di vî alî de Partiya Jinê  a Azad îfadeya şoreşê ye. Divê li dijî vê rêzdarî hebe. Nêzîkatiyeke teng a zayendî ne raste. Divê rêzdarî hebe. Pêngava partîbûnê dîrokiye; Meşa jina ji mahkumbûnê ber bi azadiyê meşiyaye. Xwegîhandina jina azad rumete. Bi awayekî şaş nêzî vê bûyîn bêrumetiye. Me hewl da em jinê ji nûve rabikin.

Mêr divê jinan pêşve bibin. Jin wê mezin bibin û jiyan jî bi wê xweş bibe. Divê mêr jî vê bi serbilindiyek mezin hilgirin. Dema li Şamê bûm keç dihatin û digotin em ê azad bibin. Lê  çavên wan dilîstin. Mêr jî dihatin ew jî wisa bûn. Min ji wan re digot ewil çavên xwe bigirin, kor bikin. Min digot li şûna vê çavên mêjiyên xwe zîhnên xwe vebikin û binêrin. Min digot ancax bi vî awayî dikarin pêş bikevin. Min digot wisa nebe ez we dikim der we hişyar dikim.

Em di têkoşînek zehmet lê bi rumet de ne. Divê em şoreşa jinê bi hewldanek mezin bidomînin. Her roj di ser 8’ê Adarê re derbas dibe. Heta em hatine astek wisa ku kesên di vê mijarê de xwe pêş nexînin nikarin bigihêjin jiyanê. Bêguman em wisa hêsan nehatin van rojan. Min nirxandin, diyalog û nîqaşên kûr meşand. Divê em vê hedefa xwe kûr bikin ‘civakê nas bikin, hesab ji mêr bipirsin û bi jiyanê re bên gel hev’. Em bi vê perspektîfê bimeşin em ê biserkevin. Wê serkeftin li alî me be.

Min hemû zext ji hev derxistiye. Min di mijara jinê de çanda xwe dispêre înka rû îxanetê hilweşand. Ev îfadeya rêzdarya min ya li hember we ye. Ez vê bi metnên felsefî yan jî hestên helbestwarî îfade nakim lê aliyê min yê li dijî zext û zorê bi heybete. Min pêşniyara xwe aniye holê. Ger daxwaza we ya pêxistina hezkirin, rumet û serbilindiyê hebe ez li vir im. Ez di bin sêdarê de ma. Ger hêza we hebe hûnê bixwînin. Ez bi azadiya jinan, rumta jinan bawer dikim. Ez parêzvanê vê me. Ez xwe wek karkerên hezkirinê didim nasîn. Ez ji bo we dijîm.

Bi wesîleya vê 8’ê Adarê me êş kişand. Gelo me jin pîroz kirin. Na. Divê em çavên xwe vebikin. Em vê rojê pir aixivin. Belê tenê axaftin têr nake. Divê bibe roja pêşxistina projeyan, roja pêkanîna xeyalên jiyanê, roja pêkanîna evîna xwe. Daxwaza min div ê esasê de ye. Divê tenêtiya xwe veguherînin çavkaniya hêz ê. Divê her mirovek koma wan, rêxistinek wan hebe. Li gorî min mirovên bê rêxistin tune ne.

Dirûşma min a îsal: Ji fikr û ramana azad û demokratîk re wêrek bin!Jinan di serdemên tarî yên şaristaniyan de tunebûnek giran jiyane. Ez vê şaristaniyê tarî, dibînim. Lê ji destpêka salên 2000’î şûnde bihara jinan destpê kiriye. Ji bihara jinan re ji azadiya jinan re hezar silav. Nasnameya min ev e, formasyona min eve, nêrîna min ya li hember jinê ev e. Ez hêzaxweser a jinê silav dikim. Di şexsê Viyan Soran de jinên têkoşîna ked û azadiyê didin silav dikim. Daxwaz û hêviya min bilindkirina têkoşînê ye.

Ez hewldana xwe ya ji bo azadiya jinê didomînin. Wek stêrkvejîna we silav dikim. Jin teminata rast a serkeftina demokrasiyê ye.  Bawer dikim ku jin wê 8’ê Adarê bikin serhildaneke biheybet. Wê mîtîngên 8’ê Adarê bikin. Ez 8’ê Adarê pîroz dikim. Ji bo hemû kesên ji bo min hewl didin spas dikim, xebatên wan de serkeftinê dixwazim. Ji her kesî re silav û rêzdariyên xwe dişînim.

Nûçeyên Têkildar