Gerika Fêlaw 6 kîlometreyan ji navçeya Çoman a bi ser parêzgeha Hewlêrê ve dûre. Dikeve quntara çiyayê Şêkêl û herêma gundê Bindayzaneyê.
Çiyayê Sêkil û çiyayê Hesar Senran di nava avê de derdikeve. Vê jî wiha kiriye ku dîmeneke efsûnî bi gerikê û herêmê bide. Ji ber xwişkbûna xwezaya cih û gerikê bêyî cudahiya demsalên salê, timî geştiyar bi armanca derbaskirina demek xweş û tomarkirina wêneyan têne serdanê. Yek ji van geştiyaran jî Hewar Cîhangîr e.
Cîhangîr dibêje ku gerika Fêlaw yek ji gerikên serincrakêş û bêhempa yên Kurdistanê ne. Her wiha ji ber ku hinek geştiyar paşmayên xwe li wir dihêlin bi fikare û got ku divê hikûmet û aliyên peywendîdar gerikê biparêz in.
Çavkanî: Zosik Balek /HEWLÊR-ROJNEWS