Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji bijîşkan hişyarî

Konseya Navendî ya TTB’ê têkildarî rewşa çalakgerên greva biçîbûnê û rojiya mirinê hişyarî kir û xwest li hemberî çalakgeran gavên şaş neyên avêtin

Yekitiya Tabîban a Tirk (TTB), têkildarî rewşa girtiyên di greva birçibûnê û rojiya mirinê de daxuyanî da û wiha got: “Li 90 girtîgehên Tirkiyeyê 6 meh in girtî di greva birçîbûnê de ne. Dîsa 25 roj in komek girtî di rojiya mirinê de ne. Divê hekîm li gorî belgeyên bibin rêber li hemberî greva birçîbûnê tevbigerin. Navenda TTB’ê belgeyên nûjen ên der barê mijarên tibbi, venêrtin û  protokol nêzîkatiyên edîk de weşandin.

Konseya Navendî ya TTB’ê li hemberî nezîkatiya bi grevên birçîbûnê re ev agahî parve kirin. “TTB hemû çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorvger wekî Rojiya mirinê qebûl dike. Girtiyên ku dikevin rojiya mirinê ku wekî daxuyaniya biryarê didin, wekî berê jî hatibû gotin idvê rojane herî kêm pêdiviyên xwê, şekir, karbonat û Vîtamîna B berdewam bikin. Divê rojê serê kîloyê herî kêm 30-35 milim an jî 1,5 litre av xwê tev lê bikin û vexwin. Her roj ji bo 300-350 milim av nîv kevçiyê çayê xwê tev lê bikin. Keseki ku 70 kilogram e divê li gorî hesabê 30 milim/kilogram/rojê, rojê 2,1 litre av (10 iskan) vexwe. Jibo her lîtreyekê jî 1 kevçiyê çayê xwê û bi giştî 3 kevçiyê çayê xwê bavêje nava avê û vexwe. Divê di nava rojê de 20-25 adet şekirê kup bixwe. Rojê 250-500 miligram. Dîsa divê vîtamîna B1 her roj bigire. Rojê kevçiyeki çayê karbonat tev li avê bike.

Ger ku girtiyan dest ji grevê berda jî ji bo tenduristiya wan zerar nebîne divê li gorî pîvan û rêbazan bê xwedîkirin. Ji bo vê yekê jî divê beri her tiştî pêkanînên ku rîska ‘Malpraktis-pekina xerab” birevin. Ji ber vê yekê jî piştî dest ji grevê berdan divê ji bo xwarin û tedawî dest pê bike em Algoritma ya Taybet pêşniyar dikin.

Berpirsyariya hekîman

Berpirsiyariya hekîman a li hemberî çalakgerên greva birçîbûnê bi rêgezên sincî yên gerdûnî û sondê hatiye diyarkirin. Em carek din diyar dikin ku kesên ketine grevê bi vîna xwe ev biryar dane û li gorî wê vîna wan esas bê girtin. Dîsa nêzîkatiya li hemberî çalakgerên ku hişê wî ne li serê wî jî di muxaxaleya tibbî ya di Danezana Lizbon û Danezana Mafên Nexweşan de hatiye diyarkirin ku erêkirina wî esas bê girtin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar