Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji bilî çiyayên azad tu cihek ku jin xwe lê azad bikin nîne

Jinên ciwan diyar kirin ku ew di bin bandora fikrên Rêberê Gelan û rêhevaltiya PKK'ê de tev li nava refên gerîla bûne û bal kişandin ser wê yekê ku ji bilî çiyayên azad tu cihek ku jin lê azad bibin nîne

Dewleta tirk a dagirker ku ji aliyê gerîlayên YJA-Star/HPG’ê ve têk çû, bi şerê xwe yê taybet dixwaze jin û ciwanan ji tevgera azadiyê dûr bixe.

Li aliyê din jinên ciwan û ciwan kom bi kom tev li nava refên PKK’ê dibin û li dijî şerê taybet, dagirkerî û faşîzmê bersivê didin.

Nûçe Ciwan jî sedema tevlêbûnê, hest û ramanên jinên ciwan ên ku duh bi daxuyaniya xwe re ragihandin ku ji rojavayê Kurdistanê tev li nava refên azadiyê bûne, wergirtin. Jinên ciwan diyar kirin ku ew di bin bandora fikrên Rêberê Gelan û rêhevaltiya PKK’ê de tev li nava refên gerîla bûne û bal kişandin ser wê yekê ku ji bilî çiyayên azad tu cihek ku jin lê azad bibin nîne. Divê hemû jinên ciwan cihê xwe di nava refên gerîla de bigirin.

Naskirina rastiya civakê û jinan

Îsyan Sosin ku li Qamişlo tev li refên gerîla bûye ev tişt anî ziman: “Navê min Îsyan Sosin e. Ez ji bajarê Qamişloyê tev li nav refên gerîla bûm. Sedema tevlibûna min jî;  Dema min Rêber Apo nas kir, ez pir bi bandor bûm. Min rastiya civakê, rastiya jinan, rastiya dijmin nas kir û bi taybet di vê pêvajoya şer de. Şerê ku li çiya tê meşandin û ji sekn û berxwedana gerîla ez pir bi bandor bûm. Di vir de min wek jinek ciwan xwe berpirsyar dît ku ez tev li vê berxwedanê bibim. Ji bo vê jî banga min li hemû jinên cîhanê re û bi taybet ji jinên kurd re; tev li vê berxwedanê bibin da ku hûn xwe azad bikin, civaka xwe azad bikin, vî dijmin hov têk bibin û ji welatê xwe derxînin.”

Hevaltiya di nava PKK’ê de

Delîla Cengdar a ji Kobanê tev li nava refên gerîla bû, diyar kir ku ew ji rêhevaltiya PKK’ê bandor bûye û hest û ramanên xwe wiha anî ziman: “Navê min Delîla Cengdar e. Ez ji bajarê Kobanê me. Ez nû tev li nav refên gerîla bûm. Sedema tevlibûna min; Hevaltiya PKK’ê bû. Bi rastî jî gava mirov ji dûr ve li PKK’ê mêze dike, jiyaneke pir cuda ye. Lê gava ku mirov dikeve nava wê jiyanê, jiyaneke pir xweş e. Bi taybet, ev jinên ku li çiyê şer dikin; sekna wan jinên berxwedêr bandoreke mezin li min kir. Min jî ji bo gel û welatê xwe, xwe berpirsyar dît. Ez bang li tevahî jinên cihanê dikim; Tev li nava refên gerîla bibin, ji ber ku di nava civakê mafên jinan hatine tunekirin. Jin tê tecawizkirin, tê qetilkirin û mafê her jinan heye ku berê xwe bidin Çiyayên Azad. Ji bo ku xwedî mafên xwe derkeve, xwedî li xwe derkeve, xwedî li dîroka xwe derkeve. Divê em hemû jin xwe berpirsyar bibînin û li hember dijminê ku şerê taybet li ser gelê me, li ser jinên ciwan dimeşîne derkevin û em bibin bersiveke mezin. Ev şerê ku li çiyayên azad dimeşîne, bi çekên giran û kîmyewî li Avaşîn, Zap û Metînayê dimeşîne. Pêwîst e em hemû jinên ciwan xwe ji bo vî şerî berpirsyar bibînin û em bibin pêşengê gelê xwe.”

Bangewaziya Sozdar Avesta

Bêrîtan Amed diyar kir ku di sala 2019’an de li dijî dagirkeriya Serêkaniyê hêrseke mezin hîs kiriye û ji bo vê ji Serêkaniyê tev li nava refên PKK’ê bûye û ev tişt anî ziman: “Navê Min Bêrîtan Amed e. Ez ji bajarê Serêkaniyê tev li nav refên gerîla bûm. Sedema tevlibûna min; Dagirkirina Serêkaniyê ya di 2019’an de hatî kirin bandoreke mezin li ser min kir. Gava min ew dagirkerî dît, min rastiya dijmin bêhtir nas kir. Li ser vê esasê ez tev li bûm û min xwe wek berpirsyariyek dît ku ez tola şehîdan rabikim û welatê xwe rizgar bikim. Şerê ku li Serêkanî û Efrînê tê meşandin, li Zap û Avaşînê jî tê meşandin. Dijmin gaza kîmyewî bi kar anî lê berxwedaniya gerîla hişt ku dijmin bê çare bimîne. Gerîla dijmin têk bir. Dijmin tu carî bi ser nakeve. Serkeftin her tim a me ye, ya gerîla ye. Em ê tu carî nehêlin ku dijmin bihosteke jî ji axa me bibe. Em ê her wan paş de bibin. Em nahêlin ku derbasî welatê me, axa me û çiyayên me bibin. Ez bang li hemû jinên cîhanê û Kurdistanê dikim ku tev li nav refên gerîla bibin. Ez li ser bangawaziya Heval Sozdar Avesta tev li refên gerîla bûm. Li ser vê esasê bang li hemû jinên Kurdistanê û cîhanê dikim ku werin û tev li nav refên gerîla bibin.

Ez dixwazim hemû jin tehma azadiyê bigirin

Zendura Tolhildan jî destnîşan kir ku ew bi bandora banga Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta ji jinên ciwan re tev li nava refên gerîla bûye û wiha got: “Min ev bang girîng dît û min ji beşdarbûna xwe berpirsyar hîs kir.”

Zendura Tolhildan wiha berdewam kir: “Navê Min Zendûra Tolhildan e. Ez ji bajarê Efrînê me. Ez nû tev li nav refên gerîla bûm. Sedema tevlibûna min ev e ku; Gava Heval Sozdar Avesta bangewaziya li jinên ciwan kir, min ev bangewazî girîng dît û min xwe berpirsyar dît ku divê ez tev li bibim û pirsgirêkên jinên ciwan ên di nav civakê de dijîn çareser bikim. Min ev pirsgirêk dîtin û min nekarî li hember van pirsgirêkan çavê xwe bigirim. Sedema tevlibûna min a duyemîn jî; Di dema berxwedana li Çiyayê Zendûra de min berxwedana hevalên gerîla dît, ez pir bi bandor bûm. Sekna wan a li hember dijmin bêtirs, bi moreleke bilind bû. Dagirkeriya dijmin ji xwe re qebûl nekirin. Ji ber vê jî ev bû sedem ku tevlibûna min a nav refên gerîla çêbû. Bi rastî jî hestên tevlibûnê pir cuda ne. Kelecanî, kêfxweşî û coşeke mezin heye. Ji ber vê jî ez bang li hemû jinên ciwan ên cîhanê dikim û dixwazim ji wan re bibêjim; Mafê her jineke heye ku azad bijî. Lê belê di nav civaka heyî de tu jin nikarin azad bijîn. Ango, ji derveyî çiyayên azad cihekî ku jin xwe azad bikin nîn e. Ji ber vê ez hemû jinên ciwan dewatî nav refên gerîla dikim da ku karibin tehma azadiyê hîs bikin, di fikir û felsefeya Rêber Apo de xwe kûr bikin. Bi vî awayî dikarin xwe bêhtir xweşik bikin. Di heman demê de dikarin bi hêza xwe, bi têkoşîn û îradeya xwe, xwe di nav civakê de ji nû ve ispat bikin û rola pêşengtiyê ji nû ve bilîzin. Bi rastî jî ez pir dixwazim, hestên ku min piştî tevlibunê jiyam hemû jinên ciwan bijîn.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar