Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Ji bîranîna Roboskê: Komkujiya Roboskê di dilê kurdan de birîneke xedar e

Bi tevlêbûna malbat û xizmên qurbaniyan, hevserokên KCD, DBP, HDP û gelek parlamenteran, 19 jê zarok 34 welatiyên li Roboskê bi balafirên şer ên dewleta tirk hatin qetilkirin bi merasîmekî hatin bibîranîn. Di merasîmê de hevseroka KCD’ê Leyla Guven got; ‘Bi Komkujiya Roboskê di dilê kurdan de birîneke xedar û xemgîn vekirin.”

Bi boneya 8’emîn salvegera Komkujiya Roboskê ku di encama êrîşa balafirên şer ên dewleta tirk de 19 jê zarok 34 sivîl hatibûn qetilkirin, li Goristana Roboskê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di merasîmê de malbat û xizmên qurbaniyan ku reş li xwe girê dabûn, hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyîgît, parlamenterên HDP’ê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl amade bûn. Beşdaran wêneyên qûrbaniyan hildan.

Di merasîmê de parlamenterê HDP’ê yê berê Ferhat Encu ku di komkujiyê de gelek xizmên xwe winda kir ji ewil axivî û wiha got: “Ev 8 sal in têkoşîna me ya ji bo edaletê didome. Tevî vê yekê jî heta niha tu kes nehatiye darizandin. Ji ber ku berpirsên komkujiyê îktîdarê niha ye. Divê werin darizandin. Em weke malbatên Roboskê her tim bi dijwariya AKP’ê û dewletê re hevrû man. Malbatek ku der barê wan de lêpirsîn nehatibe destpêkirin nîne. Tevî vê yekê jî em têkoşiyan. Malbat li benda edalet û aştiyê ne.”

‘Em dizanin bê ka kê ferman daye’

Bi domdarî jî Encu anî ziman ku ji bo ku careke din komkujiyên weke ya Roboskê çênebin têkoşiyan û wiha domand: “Lê di nava 8 salan de me komkujiyên weke Sûr, Cizîr, Silopiya û Şirnexê dîtin. Cenazeyên dayikên me 7 roj li kuçeyan hatin hiştin. Yên ku ev yek kirin, diyarin. Em dizanin bê ka kê ferman daye û kê pêk aniye. Em li bendê bûn ku kesên komkujî pêk anîn werin darizandin lê kesên ji bo edaletê têkoşiyan û malbatên qurbaniyan hatin darizandin û girtin. Êşa me hêj mîna xwe ye. Ji ber ku girtî bûm, 3 salan min nekarî tev li bîranînan bibim. Komeleya me girtin. Serokê komeleya me Velî Encû girtin. Yê îro divê li vir biaxiviya Velî Encû bû. Nameyek nivîsandiye. Ez li ser navê wî dibêjin hûn bixêr hatin. Dibêje ku rexneyên wî yên ji bo komkujiyên heman rexne ne û naxwaze ku doza Roboskê li erdê bê hiştin.” Heta ku malbatên Roboskê cilên spî û rengîn li xwe bikin dê têkoşîna me bidome.”

Lêborîn ji malbatên Roboskê xwest

Piştre jî Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî û diyar kir ku ev 8 sal in êş û jana gelê Roboskê didome. Koçyîgît da zanîn ku dê AKP zû yan jî dereng, hesabê vê komkujiyê bide. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî di merasîmê de axivî û wiha got: “Navê 28’ê kanûnê, Roboskê ye. Bi Komkujiya Roboskê re di dilê gelê kurd de birîneke xedar û xemgîn vekirin. Berê jî Zîlan, Agirî û Dêrsim û gelek cihê din pêk anîn. Kujer û berpirsên komkujiyê diyar in. Em ji malbatên Roboskê lêborîna xwe dixwazin. Me heta niha doza xwe baş birêve nebir. Em ê dest ji doza Roboskê bernedin. Daxwaza edaletê ya malbatan didome. Em ê hesabê vê komkujiyê bipirsin.”

Di merasîmê de herî dawî Sezaî Temellî axivî û qurbanî bi bîr anî. Temellî destnîşan kir ku êşa wan bi haman awayî didome û heta ku edalet pêk tê jî dê li ber xwe bidin. Temellî got ku ger hesabê komkujiyên din bihatina pirsîn dê Komkujiya Roboskê jî pêk nehatiba. Temellî da zanîn ku yên ku komkujî pêk anîn, li qad û kolanên Enqereyê fermana komkujiyên nû dan.

Piştî axaftinan jî beşdaran qurnefîl danîn ser gorên qurbaniyan. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar