Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji bo 14 çalakgerên Strasboûrgê hişyariya girîng

Rewşa tenduristiya çalakgerên li Strasboûrgê her diçe girantir dibe û ji bo vê yekê hişyarî tên dayîn. Dr. Fahrettîn Gulşen ku her gavê rewşa tenduristiya çalakgeran dişopîne, diyar kir ku ji ber pirsgirêkên giran dibe her gavê tiştek bibe

Rewşa tenduristiyê ya 14 çalakgerên greva birçîbûnê ya Strasboûrgê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah dane destpêkirin û ev 107 roj in didome, her ku diçe giran dibe. Piraniya çalakgeran li nav nivînan in û nikarin rakevin.

Li gorî doktoran greva birçîbûnê îro jî bi dawî bibe xisara ku gihayî organên hinavê çalakgeran siberojê dê rê li ber gelek nexweşiyên giran veke. Ji niha ve li cem çalakgerên greva birçîbûnê hin pirsgirêk çêbûne, masûlkeyên wan dihelin, dilê wan diêşe, nema dikarin razin, pergala wan a hêrisê xisar lê bûye.

Fahrettîn Gulşen ku her roj rewşa çalageran dişopîne li ser kontrola giştî ya 15’an agahî da.

Dr. Gulşen diyar kir ku yek ji problama sereka ya berxwedêran ew e ku pir li xwe kêm dikin û ev jî dike ku masûlkeyê wan bihelin û dike ku dohnê laşê wan biqede.

Ji ber sedema birçîbûnê bedana çalakgeran ji bo ku li ser pêyan bimîne pêşî berê xwe didin dohn û piştre jî berê xwe didin dohnê di mêjiyê hestî de û masûlkeyan.

Dr. Gulşen got ku bi kêmbûna dohnê di mêjiyê hestî de, êşa movikan zêde dibe û çermê wan diweşe û da zanîn ku zikê çalakgeran jî diêşe, ji ber ku zik vala ye, gaz dibe sedema vê.

Di berdewamê de doktor destnîşan kir ku li gel êşên rovî û zik, rêyên hilmstandina jorîn enfeksyinonê digirin û di nav çalakgeran de guhê Kerem Solhan enfeksyonê girtiye.

Pirsgirêka bêxewiyê pir taluke ye

Li gorî Dr. Gulşen 14 çalakger jî tiştên şilî bi zehmetî vedixwin û yek ji problema giran a têkilî jiyanê jî pirsigrêka xewê ye, çalakger carinan 2 saetan û carinan jî qet nikarin razin û ev zirarê nede pergala wan a hêrisê û diyar kir ku dema zirar bigihêje pergala hêrisê ev dibe sedema nexweşiyên mayînde.

Gulşen got ji niha jî çalakger dibe ku gelek organên wan ji dest bikin, li gel têrnekariya gurçikê û bal kişand ser xilasbûna raçînka dohnê dil û ji ber vê jî guvaştina dil.

Di axaftina xwe de Dr. Gulşen diyar kir nexweşiyên ji ber dil pir taluke ne û got ku ji ber vê yekê dibe her gavê tiştek bibe.

Dibe sibê pir dereng be

Dr. Gulşen ragihand ku peywira wan ew e ku ew çalakgeran muayene bikin û li ser rewşa wan raya giştî agahdar bikin û wiha domand: “Divê mirov guh bide daxwazên mirovî yên çalakgeran. Divê mirov nehêle ku ev mirov bimirin û çareseriyek were dîtin. An na dê pir dereng bibe.”

Her wiha Dr. Gulşen bang li saziyên tenduristiyê yên Fransayê û navnetewî kir û anî ziman ku ji bo ku rewşa çalakgeran ji cihê cih were şopandin, ew dikarin bi wan re têkilî deynin. STRASBOÛRG 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar