Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Ji bo 1’ê Gulanê bang kirin

Konfederasyonên sendîkayan bal kişandin ser bêkarî, xizanî û bêhiqûqiyê û bang li hemû rewşenbîr,  hunermend û kesên kedkar, aştîxwaz û azadîxwaz kirin ku di 1’ê Gulanê de li gel wan biherikin qadan.

Serok û rêveberên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB), Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), Yekitiya Bijîşkên Diranan a Tirkiyeyê (TDB) û gelek hunermandan, bi wesîleya 1’ê Gulanê Cejna Karkerên Cîhanê li Odeya Mîmaran a li Karakoy a Stenbolê daxuyanî dan. Di civîna çapemeniyê de nûnerên saziyên organîzator, Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî, lîstikvan Menderes Samancilar, hunermend Orhan Aydin, nivîskar Adnan Ozyalçiner, lîstikvan Rutkay Azîz, Tîlbe Saran, Mazlum Çîmen û gelek hunermendên din jî amade bûn.

Li eywana daxuyaniyê pankarta “Rewşenbîr û hunermend we vedixwînin 1’ê Gulanê” hatibû daliqandin û slayta “Gezî rûmeta me ye” hatibû hilayîstin. Daxuyaniya hevpar ji hêla lîstikvan Tîlbe Saran ve hate xwendin. Saran, got ku krîza aborî, bêkarî û xizaniyeke mezin heye û wiha got: “Li şûna ku kar û tenduristiya civakê biparêzin, pergala heyî gefan lê dike. Çerxên vê pergalê her ku diçe me anku yên hemû nirx û xweşikiyên cîhanê diafirînin dieciqîne.”

 Bêedaletî mezin dibe

Saran, destnîşan kir ku di çerxa heyî de dewlemend hîn bêhtir dewlemendtir dibin û û wiha bi dawî kir: “Di serdemeke ku têkoşîna gel a li dijî bêkarî, xizanî, deyn û pandemiyê didome de desthilatdariya AKP’ê hemû çavkaniyên welêt pêşkeşî komeke karmend û çîna serdest kiriye. Heq û hiqûqa gel tê binpêkirin û bêedaletî mezin dibe. Yên li dijî vê derdikevin jî rastî zordariya desthilatdariyê tên. Polîtîkaya zayendperest, nîjadperest, dijminatiya li penaberan, mezhebperest û şer, gefê li pêşeroja welatê me dixwe. Ev pergal wiha nadome. Yên ku ev 20 sal in vî welatî birêve dibin û hemû raye xistine deste kesekî, nikarin xwe ji berpirsyariyê xelas bikin.  Weke karker, kedkar û bindestan hêza me heye ku em vê pergalê biguherînin û welatekî nû ava bikin. Banga me ji bo hemû kesên kedkar, aştîxwaz, demokrasîxwaz, wekhevîxwaz û azadîxwaz ew e ku di 1’ê Gulanê de bi me re dakevin qadan.”

Piştî daxuyaniyê jî hunermend axivîn û ji bo beşdariya 1’ê Gulanê bang li gel kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar