Navenda Nûçeyan
Di çarçoveya kampanya îmzeyan a rewşenbîrên ereb ya ku di 29’ê cotmeha 2020’an de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin bi tevlibûna 1250 rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê didome.
Tê payin ku kampanya 15’ê Sibata 2021’ê bi dawî bibe. Armanca komîteyê ew e ku ji bo 8 hezar rojên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiye 8 hezar îmzeyan kom bike.
Endamê komîteyê Şoreş Xidir ragihand ku îmzeyên rewşenbîran ji herêmên Şarezûr, Raperîn, Germiyan, Kerkûk, Silêmanî û Hewlêrê hatine komkirin.
Xidir ragihand ku ji Duhok û Behdînanê jî bi rêya e-maîl’ê îmze hatine şandin û hejmara beşdaran hîn bi temamî zelal nebûye û Xidir wiha got: “Akademîsyen, rewşenbîr, mamoste, hunermend, siyasetmedar, parlamenter, aktîvîst û gelek rêzdarên Başûrî tev li kampanyayê bûne.”
Îmzeyên ku di çarçoveya kampanyayê de tên komkirin wê ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Komîseriya Yekîtiya Ewropayê, Komîseriya Yekîtiya Efrîkayê û Sekreterê Giştî Yê Dewletên Ereb re bên şandin.