Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Ji bo 8’ê Adarê kurtefîlma jinên pêşeng

Xebatên jinan a ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê didomînin. Bi vê armancî jinan ji bo 8’ê Adarê kurtefîlmek çêkirin. Di dîrokê de pêşengên jin bû mijara kurtefîlm e. Di aliyê zanîstî û zanyariyê de Hypatia, di têkoşîna jinên kedkar de Rosa Luksenburg, têkoşîna Rosa Park a li dijî nîjadperestiyê, serhildana Xwişkên Mîrabel a li dijî dîktatoriyê, têkoşîna Leyla Qasim, sembola berxwedana jinan Sakîne Cansiz û siyasetmedara Rojava Hevrîn Xelef di kurtefîlmê de cih girtin. Di kurtefîlmê de behsa 11 têkoşer û berxwedêrên jin hatiye kirin. Kurtefîlma ku hatî amadekirin dê îro bê weşandin.

Endama Şanoya Bajêr a Amedê û lîstîkvan Zeycan Ateş ku di kurtefîlmê de cih digire, wiha qala kurtefîlmê kir: “Polîtîkayên bişaftinê herî zêde li ser jinê bi bandor e û gihaştiye asta herî jor. Ji bo deşîfrekirina polîtîkayan divê zêdetir hewldan bên kirin. Kurtefîlma ku hatî amadekirin girîng e û ez jî di nav fîlmê de qala serdemekî dikim. Em rastiya serdemekî tînin ziman û hêza jinê vedibêjin. Em dîroka ku jinê tune dihesibînin derdixin holê. Bi nêzbûna 8’ê Adarê em ê li qadan tilîliyên xwe bilind bikin û rengê xwe bidin qadan. Her wiha yekitiya jinê di vê merheleyê de girîng e.”

‘Hypatia fîlozofa serdemê ye’

Endama Şanoya Bajêr a Amedê Rezan Kaya jî di kurtefîlmê de rola Hypatia dilîze û wiha behsa fîlmê kir: “Hypatia fîlozefek e û têkoşîneke mezin daye. Di vê serdemê de jî rolek wê ya girîng jî heye. Divê em xwedî li mîrateyên wan derkevin. Hypatia pêşengiya serdemekî kiriye û xwendekarên xwe perwerde kiriye. Ez pir kêyfxweş im ku rolek wisa girtiye. Li hemberî civak û jinê polîtîkayên taybet ên hikûmetê hene û divê em wan polîtîkayan derxin holê. Kurtefîlma me li hemberî polîtîkayan ne.”

‘Hevrîn ronahiya rêya têkoşînê ye’

Meryem Turk jî di kurtefîlmê de cih digire û rola siyasetmedar Hevrîn Xelef girtiye û wiha axivî: “Projeya kurtefîlmê bandorek li ser min kir. Dema min rola Hevrîn Xelef a ku bûye sembola berxwedana jinan, girt ez bêtir bi bandor bûm. Hevrîn Xelef çavkaniya hêz û jiyanê bû. Jin dema dibin pêşeng ji civakê re divê em jî wan ji bîr nekin û di ferqa wê de bijîn. Mîrateyek ji me re hiştin û divê em xwedî li mîrateyên wan derkevin. Di kurtefîlmê de Hevrîn laçika reş a li ser çavê jinan heyî diavêje. Ev yek bi serê xwe destanek e. Bi rakirina laçika reş zilma, reşî û nexweşiyê ji holê rakir. Dema hûn fîlmê temaşe bikin hûn ê hêzê bigirin.”

‘Mîratvanên pêşengan’

Endama Ma Muzîkê û mamosteya kemanê Sarya Ataş jî diyar kir ku dema rol girtiye pir bi kelecan bûye û ev tişt anî ziman: “Min di jiyana xwe de gelek têkoşerên jin mînak girt. Huner û muzîkên wan her tim li ser min bi bandor bû. Wekî şehîd Mizgîn, Meryemxan û Eyşe Şan ev deng hêzek da min. Di kurtefîlma ku hatî amadekirin de min rola têkoşerên jin ên niha girt û min qala têkoşîn û berxwedana wan kir. Ciwan jî divê mîratvanên pêşengan bin. Her wiha kurtefîlm dê îro bê nîşandan.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar