Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji bo Abdullah Ocalan tev li nava tevgera azadiyê bibin

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di salvegera 23'an de komploya 15'ê Sibatê şermezar kir û bang li hêzên siyasî û rêxistinên civakî yên kurdistanî kir ku bi helwesteke neteweyî tev li kampanyaya ji bo azadiya Abdullah Ocalan bibin

Navenda Nûçeyan |

TEV-DEM’ê di salvegera 23’an a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyek da.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:

“Em komploya navneteweyî di salvegera wê ya 23’an de şermezar dikin. Ew komploya ku dewlet û hêzên serdest tevlê bûn weke operasyona korsanî ya navneteweyî hat binavkirin. Ji ber ku ew derqanûnî û derexlaqî ye. Dewletên kapîtalîst ên herêmî û navneteweyî di aliyê dîplomatîk de ketin tevgerê da ku komployê pêk bînin û bi koordînasyona îstixbaratên gelek dewletan hat kirin da ku girêbesteke (sefqeyeke) din di dawiya sedsala 21’an de pêşkêşî dewleta tirk bikin û Rêber Abdullah Ocalan dîl bigirin. Xwestin bi rêya vê komployê îrade û destketiyên gelê Kurdistanî têk bibin, îradeya çand, nirxên exlaqî û civakî li herêmê têk bibin û hêviyên civakên ku banga azadî, edalet û wekheviya li ser esasê pîvana biratiya gelan û jiyana hevbeş dikin, tune bikin.

23 sal ji berxwedan û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan di zindana Îmraliyê de, dewleta tirk a faşîst sûcên siyasî ji tecrîd û îşkencekirina psîkolojîk ku ne girêdayî qanûnên hiqûqî ye, ferz dikin. Derfetê nadin malbat û parêzeran ku serdana wî bikin, her wiha nahêlin rêxistinên tenduristî û hiqûqî yên navneteweyî û rêxistina li dijî tundiyê jî serdana zindana Îmraliyê bikin. Ev jî sûcên siyasî ne û li dijî hemû qanûn û pîvanên navneteweyî ne.

Rêber Ocalan nûnertiya îradeya mirovahiya azad û hemû beşên civakê dike. Ji bo avakirina aştî, demokrasî û diyalogan têdikoşe. Azadiya Rêber Abdullah Ocalan misogeriya çareserkirina hemû pirsgirêkên li herêmê ye. Lê hikûmeta AKP’ê û dewletên ku plana komploya navneteweyî çêkirin tu girîngiyê nedan vê yekê. Guhertinên demografîk ku dewleta tirk li herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tîne û herî dawî jî destekdayîna ji êrîşa terorî ya li ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê, armanc jê ew e ku nasnameya kurdan tune bike û hebûna wê înkar bike.

Berxwedana ku Rêber Abdullah Ocalan di zindanê de dimeşîne, hişt ku bi hezaran girtiyên siyasî jî tev li vê berxwedanê bibin. Li ser wî bingehî bi deh milyonan ji mirov û dostên wan li cîhanê tev li pêngava dem dema azadiyê ye bûne da ku bi xwedîderketina li felsefeya jiyana azad û felsefeya rizgariya ji koletiyê, tecrîdê bişkînin. Felsefeya neteweya demokratîk ji bo çareserkirina pirsgirêk û aloziyên li herêmê baştirîn proje ye.

Em bang li hêzên siyasî, niştîmanî kurdistanî û rêxistinên civaka sivîl dikin ku helwesteke niştîmanî nîşan bidin û tev li pêngava ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, bibin.

Em bang li azadîxwaz û demokratên li cîhanê dikin ku piştgiriyê bidin azadiya Rêber Abdullah Ocalan û ji bo têkbirina vê komployê bixebitin. Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji kurdan re, lê belê ji tevahî gel û pêkhateyan re bûye sembola azadiyê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar