Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Ji bo asûdeya ruhê Qazî Mihemed divê kurd tifaqa mala xwe biparêzin’

Navenda Nûçeyan |

Serokê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed û hevrêyên xwe di 31’ê adara sala 1947’an de li Qada Çarçira ya Mahabadê ji hêla rejîma xedar a Îranê ve hatin şehîdkirin. Bi boneya 73’yemîn salvegera şehadeta Qazî Mihemed û hevrêyên wî, Tevgara Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgaza Azadî) daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Tevgera Azadî wiha ye:

“Ji berî 74 salan Komara Kurdistanê hate ragihandin. Piştî qurbaniyek zêde li Kurdistanê hate dayîn, di encamê de gelê me bi pêşengiya Qazî Mihemed ew destkeftiya mezin bi dest xist. Her çiqas temenê komarê kin jî be, bandoreke wê ya mezin li ser bilindkirina manewiyate giştî ya Kurdistanê çêbû.

Piştî lihevkirina Îranê û welatên hegemon, mixabin cîhanê pişta xwe da Komara Kurdistanê û doza gelê kurd. Piştî rûxîna komarê, pêşengê komarê Qazî Mihemed û Sedir Qazî di 31’ê adara sala 1947’an de li Qada Çarçirayê hatin bidarvekirin.

Em ezmûnê ji dilsoziya Qazî Mihemed digirin û di heman demê de ger kemûkurtiyek di komarê de hebe, em ji xwe re bingeh digirin. Lê, ji hemûyan girîngtir ewe ku vê waneyê fêrî me dike ku girêdanbûyîna bi welatên biyanî û têkdana nava mala kurd karesateke mezin li pey xwe tîne.

Ji bo asûdeya Qazî û tevahiya şehîdên Kurdistanê divê hêzên siyasî yên kurd li hemû parçeyên Kurdistanê tifaqa mala kurd biparêz in û ji pirsgirêk û aloziyên navxweyî dûr bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar