Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Ji bo avabûna yekitiyê, divê hîn aliyên kurd ji dagirkeran dûr bikevin’

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di 29`ê Gulana 2020`an de ragihand ku qonaxa yekemîn a danûstandinên kurd-kurd bi serkeftî bi dawî bû.

Piştî bidawîbûna qonaxa yekemîn, di 26’ê Gulanê de şandeyek ji ENKS’ê di deriye Sêmalka re derbasî başûrê Kurdisanê bû û sedema serdanê aşkare nekir.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê û endamê Nivîsgeha Ragihandinê ya Partiya Çepgir a Kurd Ezher Ehmed derbarê danûstendinê yekitiyê de diyar kir ku banga Mazlûm Ebdî ya ji bo yekitiyê gaveke baş e û da zanîn ku ew wekî rewşenbîr vê gavê ji bo pêkhatina yekitiyê erênî dibînin.

Têkildarî pêwîstiyên serxistina yekitiyê de Ehmed ev tişt anî ziman: “Ji bo serkeftina yekitiyê divê partiyên kurd ji ezeztiya teng xilas bibin. Divê li vê yekitiyê mîna nêrîna klasîk a berê ya kevin neyê nêrîn û ji berjewendiyên kesayetî bi dûr bikevin. Divê berjewendiya giştî di ser berjewendiyên tekakesî û kesayetî re werin girtin, da ku destkeftiyên Şoreşa Rojava bêne parastin.”

‘Divê ciwan rolê xwe bilîzin’

Ehmed rave kir ku ji bo biserxistina yekitiyê, nûkirin û guhertin pêwîst dike û wiha domand: “Divê ciwan rolek girîng di avakirina yekitiyê de bilîzin. Ji ber ku ciwan sotemeniya şoreşan e û pêşeroja nifşan xêz dikin. Rola wan di avakirina civakê de rolek bingehîn e.”

Di berdewamê de Ehmed destnîşan kir ku ji bo biserxistina vê yekitiyê divê aliyên kurd ji dagirkerên Kurdistanê dûr bikevin û wiha pêde çû: “Ji ber ku pergalên serdestên Kurdistanê hemû dibin yek da ku xêrûbereketa Kurdistanê desteser bikin. Heger alî hemû ji vê nuqteyê xilas bibin, dê wê demê yekitî pêk were. Lê mixabin ev ne pêkan e, ji ber ku hinek partî hîna di nava ‘Îtîlafa Watanî’ de ne.”

Rola rewşenbîran

Ezher Ehmed anî ziman ku pêkanîna yekitiya kurdî emaneteke di stûyê siyasetmedar û rewşenbîran de ye û wiha domand: “Heke em yekitiyê ava nekin, dîrokê wê rehmê li me nake. Dema em bi xemsarî û bêberpirsyartî nêz bibin, wê demê em îxanetê li doza xwe û destkeftiyên wê dikin.”

Ehmed bi bîr xist ku rewşenbîr di vê pêvajoyê de xwedî rolek mezin in û wiha got: “Divê gotinên herkesî li gorî kiryarên wan bin. Em bang li rewşenbîrên kurd dikin ku ji hesta partiyetiyê ya teng û ji tirsa xwe xilas bibin û hêza xwe ji girtiyên di girtîgehan de bigirin.”

‘Yekitiya kurd projeya demokrtîk asteng nake’

Di dawiyê de Ezher Ehmed ev tişt anî ziman: “Yekitiya kurd  projeya demokratîk  a li herêmê asteng nake, ji ber ku kurd hewl didin nirxên pêkhateyan û mafên wan di nava saziyan de yan jî di herêmê bi giştî de biparêzin. Wek rewşenbîr em vê nêrîna şofînî û nejadperestî ya teng a li hember yekitiya kurd şermezar dikin.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar