Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Ji bo avakirina dadgeha navneteweyî name hat şandin

Ji bo darizandina bi hezaran DAIŞ’iyên ku hatin girtin, li bakur û rojhilatê Sûriyeyê komîteyeke hiqûqî ku ji 6 kesan pêk tê, hat avakirin. Komîteyê ji bo sazkirina dadgeheke navneteweyî, nameyeke ji 8 xalan pêk tê nivîsand û ji Koalîsyona Navneteweyî ya Dijberî DAIŞ’ê re şand

Amedekariyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên ku di ‘Operasyona Bagera Cizîrê’ de hatibûn girtin, berdewam dikin. Di çarçoveya xebatên ji bo sazkirina dadgeha navneteweyî, li bakur û rojhilatê Sûriyeyê komîteyeke hiqûqî ku ji 6 kesan pêk tê, hat avakirin. Komîteyê derbarê dadgehê de bi gelek aliyên civakê re hevdîtinan kir û ji bo sazkirina dadgehê nameyek ji hêzên navneteweyî re şand. Komîteyê daxwazên xwe di nameyê de bi 8 xalan rêz kir.

Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê tenê di hêla leşkerî, siyasî, aborî û dîplomatîk de xebat nayên kirin, di heman demê de li hêla darazê de jî xebatên girîng tên kirin. Li gel dagehên bûyerên civakî, dadgehên taybet ên ku endamên El Nûsra û DAIŞ’ê lê tên darizandin jî hene. Di van dadgehên ku weke Dadgehên Parastina Gel tên pênasekirin de heta niha 7 hezar endamên DAIŞ’ê hatine darizandin. Li van dadgehan tenê endamên DAIŞ’ê yên sûriyeyî tên darizandin û di nav heyetên dadgehê de hiqûqnasên ku di nav komîteya ku daxwaza dadgeha navneteweyî dikin de cih digirin jî hene.

Darizandina endamên DAIŞ’ê ya li van dadgehan didome û cezayên herî hindik bigire heta cezayên muebetê jî tê birîn. Di nav endamên DAIŞ’ê yên ku ceza li wan tê birîn de kesên ku komkujiya pêk anîne, serê mirovan jêkirine, zarokan kuştine û jinên êzidî di bazarên koleyan de firotine jî hene.

Heyetên dadgehan piranî ji jinan pêk tê

Yek ji taybetmendiya herî balkêş a Dadgehên Parastin Gel, heyetên dadgehan piranî ji jinan pêk tê. Ji 3 dadgerên ku di heyetan de cih digirin 2 jê jin in. Jinên ku di serî de ji hêla leşkerî ve di qada siyasî de li dijî DAIŞ’ê rola sereke leyîstin, niha jî ji hêla darazê ve berpirsyariyên mezin digirin ser xwe.

Ji bo dadgeha navneteweyî 8 xal

Xalên nameya ku ji bo sazkirina dadgeha navneteweyî ji welatên endamên Koalîsyona Navneteweyî ya dijberî DAIŞ’ê re hat şandin wiha ne;

  • Endamên DAIŞ’ê yên hatine girtin, ji bo ku li dadgeheke taybet ku bi pêşengiya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bê avakirin, bên darizandin, divê fişar li raya giştî ya navneteweyî bê kirin.
  • Ji bo Dadgehên Parastina Gel divê piştgiriya lojîstîk bê dayîn û kesên di qada hiqûqê de pisporên bê peywirdarkirin.
  • Divê hêzên navneteweyî ji bo darizandina endamên DAIŞ’ê, vekolandina şertên girtîgehan û rêveberiya girtîgehan û dadgerên dadgehên parastina gel di hêla rê û rêbazê de piştgirî bidin.
  • Divê ji bo çêkirina cihên taybet ên ji bo lêgirtina kesên hukumxwarine, parastina ji nexweşiyan û vekirin cihên mîna nexweşxaneyan ên tedawiyê û ewlehiyê piştgiriya lojîstîk bê dayîn.
  • Ji bo endamên DAIŞ’ê û malbatên wan xesar nedin civakê, divê navendên rehebîlîtasyonê yên taybet bên vekirin.
  • Divê ji bo zarokan ku herî zêde ji aliyê endamên DAIŞ’ê ve hatin îstîsmarkirin, navendên rehabîlîtasyonê yên taybet bên vekirin.
  • Divê ji bo deşîfrekirina hucreyên veşarî yên DAIŞ’ê piştgiriya agahî parvekirin û lojîstîkê bê dayîn.
  • Ji pêkanîna xalên li jor hatine rêzkirin, komîteyeke hevpar ku ji hiqûqnas û pisporên ewlehiyê pêk bê ji aliyê rêveberiya xweser û Koalîsyona Navneteweyî ya Dijberî DAIŞ’ê ve bê avakirin. QAMIŞLO
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar