Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Ji bo azadî û demokrasiyê beşdarî Meşa Gemlikê bibin

Gel ji bo şikandina tecrîdê dê ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Parlamenterê HEDEP'ê yê Wanê Mahmût Dîndar bang li alîgirên aştî, demokrasî û azadiyê kir ku 18'ê Mijdarê beşdarî Meşa Gemlîkê bibin.

Gelên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo şikandina tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo tê meşandin dê 18’ê mijdarê bimeşin Gemlîkê. Parlamenterê HEDEP’ê yê Wanê Mahmut Dîndar derbarê meşa Gemlikê axivî. Parlamenter Dîndar got ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 25 sal in bi awayekî bêhiqûqî di girtîgehê de tê ragirtin wiha axivî: “Di vê pêvajoya nediyar a ku em paşerojê tê de nabînin de aktorê ku dê aştiyê bîne, Abdullah Ocalan e. Ev sê sal in ti agahî jê nayên girtin, der barê tenduristiya wî de ti agahî tune. Ji ber vê yekê em li gel gelê xwe nerehet û bi fikar in. Koma HEDEP’ê bi Wezareta Dadê re têkilî danî û me daxwaza xwe ya hevdîtinê gihandin, lê heta niha ti agahî ji me re nehatiye.”

Dîndar, destnîşan kir ku ew xebatên xwe li hemû herêm, navçe û bajêr didomînin û bang li alîgirên aştî, demokrasî û azadiyê kir ku beşdarî Meşa Gemlîkê bibin û wiha got, “Gelê me wê careke din li dijî tecrîdê, xwedî li aştiyê derkeve. Em ê bi xebateke xurt tecrîdê bişkînin. Ez hêvî dikim ku hikûmet meşa me asteng neke. Ev daxwazeke demokratîk e. Gelê me niha dixwaze Birêz Abdullah Ocalan li kêleka xwe bibîne. Ev mafê herî xwezayî û rewa ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar