Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo beşdarî çalakiyan bibin

Pêşengên pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” bi nêzîkbûna salvegera pêngava azadiyê re bang li her kesî kirin ku beşdarî çalakiyên di navbera 1 û 10'ê cotmehê de bên lidarxistin bibin.

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in di êşkencexaneya Îmraliyê de di bin tecrîda mutleq de tê girtin û li hemberî vê pêkanîna dermirovahî berxwedaneke bêhempa dimeşîne. Dostên kurdan di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cîhanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” dan destpêkirin. Pêngava gava azadiyê roj bi roj berfireh bû veguherî pêngava gerdênî. Pêşengên pêngavê bi nêzîkbûna salvegera pêngava ku di 10’ê cotmeha 2023’an de li bajarê Strasbourg a Fransayê dan destpêkirin, bi daxuyaniyekê bang li her kesê kirin ku tev li çalakiyên di navbera 1 û 10’ê cotmehê de bên lidarxistin bibin.

Di daxuyaniyê de qala çalakiyên sala dawî hate kirin û hate gotin, “Hewldanên me gihîştin wê astê ku CPT bersiv da nameyên me û hevdîtin bi me re kir ku heta niha gaveke bi vî rengî neavêtibû.” CPT’yê di 15’ê gulanê de bersiv dabû nameyên ji bo azadiya Rêber Apo û diyar kiribû ku ew rewşa Rêber Apo û girtiyên li gel wî ji nêz ve dişopîne. Li ser rewşa Rêberê Apo her wiha hevdîtinek bi CPT’yê re hatibû kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku sala derbasbûyî ji parêzer, sendîka, siyasetmedar, aktîvîst, hunermend, muzîsyen, rêxistinên jinan, komên ciwanan û li qadeke berfireh a cografîk toreke navneteweyî hate avakirin û hate gotin ku gelek civînên çapemeniyê, mîtîng, çalakiyên şermezarkirin û rûniştinê, çalakiyên standê û semîner hatin lidarxistin.

Di sala destpêkê ya pêngavê de 69 kesayetên ku xelata Nobelê wergirtine name ji Serokê CPT’yê re şandin. Di vê pêvajoyê de li çapemeniya navneteweyî gelek gotarên li ser pirsgirêka kurd û rewşa girtiyên li Tirkiyeyê hatin weşandin.

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Li gel van hewldanên me mixabin me nekarî dawî li tecrîdkirina Rêber Apo bînin ku 3 sal û nîv e ji aliyê dewleta tirk ve di nava şert û mercên neqanûnî de tê hiştin. Ji ber vê yekê jî di navbera 1 û 10’ê cotmehê de bi nêzîkbûna salvegera yekemîn re em di wê baweriyê de ne ku nêzîkî şikandina komploya navneteweyî ne, ji we hemûyan dixwazin ku tişta ji destê we tê hîn bêhtir bikin.”

Di daxuyaniyê de bang li her kesî hate kirin ku hewldanên xwe hîn zêde bikin, hîn bêhtir dîplomasiyê bimeşînin, berhemên Rêber Apo hîn bêhtir bixwînin, ji bo şikandina tecrîdê hîn bêhtir çalakiyan bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev yek şerekî fikrî yê entelektuel e û heke em dest jê bernedin em ê hemû bi ser bikevin. Rêber Apo çaryeka sedsalekê ye li giravekê tê ragirtin û li gel vê yekê gelê kurd û mirovahî neterikand. Lewma em jî dê wî neterikînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar