PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Ji bo azadiya Ocalan dê li ber Konseya Ewropayê mîtîng bê lidarxistin

Înîsiyatîfa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' dê 2'ê Cotmehê li Strasbourgê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngeke navendî li dar bixe. Înîsiyatîfê bang li her kesî kir ku li ber Konseya Ewropayê bicive

Înîsiyatîfa ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ 2’yê cotmehê roja şemiyê li bajarê Strasbourgê ya Fransayê bi daxwaza azadiya Ocalan mîtîngekê li dar dixe.

Înîsiyatîfê têkildarî mîtîngê daxuyaniyek da û diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êdî ji îşkenceyê wêdetir gihîştiye asteke metirsîdar û got ku nabe li hemberî vê yekê bêdeng bimînin.

Konseya Ewropayê bi erka xwe ranabe

Înîsiyatîfê ragihand ku Konseya Ewropayê ji ber sedemên siyasî bi erka xwe ranabe û ev tişt anî ziman: “Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) û Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) di raporên xwe de diyar kiribûn ku şert û mercên li Îmraliyê ne yên qebûlkirinê ne û divê bêne guhertin. Tevî vê yekê jî di sîstema tecrîdê ya Îmraliyê de tiştek nehate guhertin.”

Înîsiyatîfê diyar kir ku berevajî vê yekê ji 25’ê Adarê axaftina bi telefonê ya ji 4-5 deqeyan a bi birayê Abdullah Ocalan ve agahî ji Îmraliyê nayê girtin û destnîşan kir ku ji wê dîrokê ve têkiliya Ocalan bi temamî bi derve re hatiye birîn.

Em daxwaza azadiya Ocalan bînin ziman

Di daxuyaniyê de înîsiyatîfê ji bo mîtînga girseyî ya dawiya hefteyê banga tevlibûnê kir û wiha domand: “Bi beşdariya bi sedan dost û kurdistaniyan bi dirûşma ‘Dem dema azadiyê ye – Azadî dê bi ser bikeve – Ji bo Ocalan bikeve nava liv û tevgerê’ li bajarê Strasbourgê yê Fransayê li ber Konseya Ewropayê em mîtîngê li dar dixin. Em bang li kurdistaniyan û dostan dikin ku tev li mîtînga me bibin û daxwaza azadiya Rêber Apo bînin ziman.”

Kurd û dostên xwe li hev dicivin

Mîtîng dê 2’yê Cotmehê saet di 13:00 de li ber avahiya Konseya Ewropayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan pêk were û gelek kesayetî û saziyên ji welatên cuda dê peyamên xwe li mîtîngê parve bikin.

Ji damezrînerên Kampanya Azadî ji Ocalan re û Dîrektorê Lêkolînê û Navneteweyî ya Sendîkaya UNITE Simon Dubbins, ji Komîteya Azadî ji Abdullah Ocalan re ya li Îtalyayê Prof. Laura Corradi, Hevseroka Tevgera Dostaniya Navbera Gelan a li dijî Nijadperestiyê (MRAP) Renee Le Mignot, Serokê Yekitiya Parastina Azadiyan û Mafan a Navneteweyî (AIDL) Dr. Mohamed Al Shami û ji Fransayê Nûnerê Sendîkaya Solidaires dê li mîtîngê amade bin. STRASBOURG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar