Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ji bo azadiya Ocalan li Îtalyayê çalakiyeke girseyî hate lidarxistin

Li bajarokê Îtalyayê bajarokê Buffolora yê bajarê Bresciayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek gelek girseyî hate li dar xistin û hate gotin: “Divê ji bo azadiya Rêber Ocalan em çalakiyê hîn mezin bikin.”

 

Çalakî li bajarê Brescia yê Îtalyayê 31 sal in bi rêk û pêk her sal ji aliyê Radio Onda d’urto ve tê lidarxistin, lê îsal çalakiyeke taybet pêk hat. Di çarçoveya çalakiyan de ku 18 rojan dewam kir, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parastina mafê serxwebûnê yê gelê kurd rojeke taybet hate veqetandin. Çalakiya bi navê ‘Dema hêviyê’ ji aliyê Radio Onda d’urta û Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya Îtalyayê li bajarokê Buffolora yê bajarê Bresciayê hate lidarxistin. Bi hezaran kes tevlî çalakiyê bûn û hem têkildarî pirsgirêka kurd agahî wergirtin hem jî tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Li qadê her wiha kon hate vedan û nivîskarê rêze romanê ya ‘Dema Hêviyê’ ku qala jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike û pirtûka ‘Heta Şengalê rawestandin nîne’ ya li ser komkujiya li Şengalê û jiyana êzidiyan ku li Îtalyayê zêdeyî 300 hezar hate firotin Zero Calcare û nivîskarên pirtûka ‘Çiyayê bi tenê’ yê li ser xelkê êzidî Chîara Crûccîatî û Rojbîn Bêrîtan bûn mêvan. Bi carekê bi hezaran kes li dora kon civiyan û hevpeyvînê destpê kir.

Piştî nivîskaran, koma muzîkê ya rock a navdar a Îtalyayê Glî Ûltîma derkete ser dikê.

Divê Ocalan êdî azad bibe’

Berpirsyarê Buroya Enformasyona Kurdistanê ya Îtalyayê Yilmaz Orkan li çalakiyê axivî û got: “29 meh in tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Rêber Apo û 3 hevalên wî li girtîgeha Îmraliyê ne û agahî jê nayê wergirtin. Weke gelê kurd me her tim têkoşîna xwe dewam kir. Di dema nû de jî em ê vê têkoşînê dewam bikin. Em bang li dostên xwe yên Îtalyayê û her kesî dikin ku di vê demê de ji bo Rêber Apo têbikoşin.”

Nivîskarê Îtalî Zero Calcare jî çend beş ji parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwend. Calcare got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêberê gelekî ye û gelekî pê diêşim ku bi salan e girtî ye. Divê ew êdî azad bibe. Ji bo vê jî divê em piştgiriyê bidin gelê kurd ku têdikoşe.”

Piştî axaftinan koma Pûnkreas a navdar a Îtalyayê OUNK û koma muzîkê ya rock glî Ûltîma derketin ser dikê. Bi hezaran kesî li ber stranên komê dans kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar