Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Hemleya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ ya ku KCK’ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, li seranserê cîhanê deng veda. Di çarçoveya hemleyê de li seranserê bakur û rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên cuda hatin lidarxistin

Navenda Nûçeyan |

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di 10’ê Îlona 2020’î de bi daxuyaniyekê banga hemleyekê kiribû da ku xeteriya li dijî hebûna kurdan bi dawî bibe, jiyaneke azad û demokratîk li Kurdistanê û welatên ku kurd lê ne were avakirin. Hemleya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ di 12’ê Îlona 2020’î de hat destpêkirin.

Hemle ket sala xwe ya duyemîn, di vê çarçoveyê de bi hezaran şêniyên kantona Kobanê, Qamişlo, Efrîn, Şehba û Helebê bi beşdariya hemû pêkhateyan meşên girseyî li dar xistin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Li Kobanê bi hezaran kes ji bo azadiya Ocalan li qada Jin a Azad li hev civiyan û ber bi Qada Aştiyê ve meşiyan.

Çalakî li Qada Aştiyê veguherî mîtîngê. Endama Koordînasyona Kongreya Star û Endama Rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk a Herêma Firatê Sara Xelîl axivî û diyar kir ku dewleta tirk tecrîdeke giran li ser Abdullah Ocalan ferz dike, wan jî dest bi pêngava azadiya fîzîkî ya Rêbertî kirin û heta ku ev tecrîd tê rakirin dê li qadan bin û têkoşîna xwe dewam bikin.

Sara Xelîl çalakiya ‘Keştiya Azadiyê’ ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd hat destpêkirin silav kir û anî ziman ku ger Abdullah Ocalan azad nebe, gelê kurd azad nabe û gelên Rojhilata Navîn jî azadî û jiyana bi rûmet di welatê xwe de bi dest naxin.

Di çalakiyê de biryardariya têkoşîn û berxwedanê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk hat nîşandan.

Azadiya Rêber Apo azadiya me ye

Bi sedan şêniyên bajarok û gundên girêdayî Qamişloyê, bi beşdariya hemû pêkhateyan, endamên saziyên sivîl û civakî, nûnerên partiyên siyasî bi dirûşmeya ‘Dem Dema Azadiya Rêber Ocalan e’ meşeke girseyî li dar xist.

Meşvan ji xaçrêya kolana Mûnîr Hebîb ve dest bi meşê kirin û berê xwe dan avahiya Komîseriya Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Qamişloyê.

Li pêşiya komîseriya Kar û Barên Penaberan a NY’yê, endama rêveberiya Kongreya Star a Qamişloyê Menîce Heyder axivî û wiha got: “Hemleya Dem Dema Azadiyê ye dikeve qonaxa xwe ya duyemîn, bi vê boneyê em berxwedana Rêber Ocalan li girtîgeha Îmraliyê silav dikin, em ê di qonaxa nû ya hemleyê de têkoşînê bilindtir bikin.”

Menîce Heyder her wiha teqez kir ku hemleyê li seranserê cîhanê deng veda û wiha lê zêde kir: “Wekî Kongreya Star em ê çalakiyên xwe yên di çarçoveya hemleya Dem Dema Azadiyê ye, zêde bikin heta ku em armanca sereke ya hemleyê pêk tînin. Rêber Ocalan xwedî li doza jinan derket û ji bo pêkanîna azadiya jinan têkoşiya, ji ber wê erka hemû jinên cîhanê ye ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê berdewam bikin.”

Menîce Heyder bêdengiya navneteweyî ya li hemberî tecrîda li ser Rêber Ocalan jî şermezar kir û diyar kir ku ev tecrîd li ser hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ye.

Tirbespiyê

Bi sedan pêkhateyên navçeya Tirbespiyê yên kurd, ereb û suryan li pêşiya navenda Kongreya Starê kom bûn û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dest bi meşeke girseyî kirin.

Meşvan di kolana sereke û sûka navendî re meşiyan û li dawiya kolana giştî rawestiyan. Li wê derê meş veguherî mitîngê. Bi navê Kongreya Starê Xermê Elî axivî û piştrast kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan, tê wateya azadkirina civakê û destnîşan kir ku dagirkeriya tirk di şexê Ocalan de hemû gelên herêmê hedef digire.

Xermê Elî bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku yekser bikevin tevgerê, bi erkên xwe yê mirovî rabin, sînorekî ji binpêkirinên dewleta tirk a li dijî gelên herêmên re deynin û tecrîda li ser Ocalan bi dawî bikin.

Çilaxa

Bi dehan şêniyên navçeya Çilaxayê jî bi heman armancî li çerxerêya şehîd Mehsûm a li naverasta navçeyê kom bûn û dest bi meşê kirin.

Meş li naverasta sûka navendî veguherî mitîngê. Endama Kongra Star a navçeyê Nezha Seyfudîn axivî û wiha got: “Dewleta tirk a dagirker li gel bêdengiya navneteweyî û hevkariya PDK’ê êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û başûrê Kurdistanê dike. Di wan êrîşan de çekên qedexekirî bikar tîne.”

Nezha bang li gelê kurd kir ku li hemberî van siyasetên qirkirinê yên dewleta tirk û ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan serî hildin.

Girkê Legê

Bi heman mebestî şêniyên navçeyên Girkê Legê jî ji kolana Şehîd Xebat meşiyan. Meş li naverasta navçeyê rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de Endama Kongra Starê Îhan Murad axivî û ev yek destnîşan kir: “Çalakiya me bi berxwedana li Îmraliyê ve girêdayî ye. Îro gelê Kurdistanê ji bo maf û doza xwe têdikoşin. Ev têkoşîn û berxwedan di bin sîwana Hemleya Dem Dema Azadiya ye ya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e, firehtir dibe.”

Îhan diyar kir ku hemle bi rêya lidarxistina çalakiyên cuda berdewam e û wiha got: “Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e. Ji ber ku wî rêgeza neteweya demokratîk pêşkêş kir.”

Dêrik

Li Dêrikê jî şêniyan ji qada Azadî dest bi meşê kir. Meş li ber çerxerêya Şehîdan a navçeyê rawestî û veguherî mitîngê.

Endama Rêveber a Kongreya  Star a navçeya Dêrikê Wesfiye Musa axivî û wiha got: “Jinên Rojava ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têdikoşin û dê berxwedana xwe dewam bikin.”

Wesfiye daxuyand ku bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan jin ji qeydên li ser hatine ferzkirin rizgar bûn.

Têkildarî gefên serokê AKP’ê Erdogan ku dê herêmên herêmê dagir bike, Wesfiye piştrast kir ku gelê herêmê gelekî şoreşger e û dê li hemberî êrîşan li ber xwe bide.

Wesfiye di dawiya axaftina xwe de bang li PDK’ê kir ku guh bide daxwazên çalakvanên Sêmalkayê û cenazeyên şehîdan radestî malbatên şehîdan bikin û ji xeta xiyanetê dûr bikeve.

Til Birak

Li navçeya Til Birakê şênî ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan daketin qadan. Şêniyên navçeyê ji pêşiya çerxerêya Firin a li bakurê navçeyê dest bi meşê kir û li çerxerêya Şehîdan a li naverasta wê meşa xwe bi dawî kir.

Di meşê de Endama Rêveber a Kongreya Star a Til Birakê Rusul Hesen axivî û destnîşan kir ku dewleta tirk a dagirker sûcên xwe yên li dijî gelên herêmê didomîne û tecrîdê li Rêber Ocalan giran dike.

Rusul banga berdewamkirina têkoşînê kir ta ku azadiya fizîkî ya Ocalan pêk were û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Bi navê hemû têkoşerên azad, em bang li gelê xwe dikin ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bibin yek deng.”

Amûdê

Şêniyên navçeya Amûdê û endamên saziyên sivîl ji çerxerêya Qada Jin dest bi meşê kir û heta Meclisa Malbatên Şehîdan dewam kir.

Li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a Amûdê, bi navê Kongreya Star a navçeyê Ayşe Mehmûd axivî û komploya navneteweyî li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û berxwedana wî silav kir.

Ayşe Mehmûd anî ziman ku ji beriya 22 salan ve Rêber Ocalan di oxira azadiya gelan de li Îmraliyê li ber xwe dide û destnîşan kir ku berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bersiva siyasetên dewleta tirk û komploya navneteweyî ya li ser Rêber Ocalan e.

Heleb

Di çarçoveya rêzeçalakiyên qonaxa duyemîn a hemleya ‘Dem dema Azadiyê ye’ de, bi sedan şêniyên bajarê Helebê, nûnerên partiyan û saziyan li pêşiya hola civînan a li rojavayî ya taxa Şêxmeqsûd kom bûn û wêneyên Rêber Ocalan û pankertên bi nivîsên li ser azadiya fîzîkî ya Ocalan hildan.

Meşvan li gelek kolanên taxê geriyan û li qada şehîd Gulê Selmo kom bûn. Li wir, endama Meclisa giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Fatima Koşan û bi navê Kongreya Star Cîhan Mihemed axivîn û destnîşan kirin ku gelên Rojhilata Navîn bi derketina Rêber Ocalan û belavbûna fikr û felsefeya wî re bêhna azadiya kirin û diyar kirin ku parêznameyên Rêber Ocalan derfetek mezin da jinan da ku xwe di hemû aliyan de îsbat bikin.

Di dawiya axaftinan de, teqezî bi berdewamkirina têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan hat kirin.

Koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê daketin qadan

Girseya gel a koçberên Efrînê û şêniyên kantona Şehbayê li ser rêya di navbera navçeya Ehdas û gundê Til Qirahê de kom bûn. Ji wir heta Kampa Serdemê ya li gundê Til Susin yê navçeyê meşiyan.

Li qada Kampa Serdemê meş rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de li ser navê Kongreya Starê Şeziye Îbrahîm axivî û wiha got: “Heta Rêberê me azad nebe em rêya wî bernadin. Ji ber ku azadiya Rêbertî azadiya hemû gelên bindest e.”

Şeziye destnîşan kir ku şertûmercên koçberiyê bandorê li berxwedana wan û piştgiriya ku didin hemleya Dem dema azadiya Rêber Abdullah Ocalan e nake û got ku bê Serok Apo ew azad nabin.

Şeziye bang li civata navneteweyî kir ku rastiya girîngbûna vê pêvajoyê nas bikin.

Şeziye bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî pêkhate û kesayetên welatparêz ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir.

Paşê bi navê Meclisa Jina Azad a Kantona Şehbayê Werde Şêxo axivî û destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi fikr û felsefeya xwe tevahiya gelan ji fikrê kapîtalîst û desthilata wê rizgar kir.

Werde piştrast kir ku jinan bi rêya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest xist û di civakê de roleke pêşeng lîst.

Werde bang li hemû jinan kir ku di qonaxa duyemîn a hemleya Dem dema azadiya Rêber Abdullah Ocalan de têkoşînê mezin bikin.

Di mitîngê de berxwedana Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de hat silavkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar