Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

‘Ji bo azadiya Rêber Apo çi ji destê me bê em ê bikin’

Dayika Aştiyê Ferîde Ozlu ku der barê tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de axivî wiha got: “Mifteya aştiyê di destê birêz Abdullah Ocalan de ye. Em jî ji bo azadiya wî çi ji destê me bê em ê bikin. Kengê tecrîd bi dawî bû wê aştî bê vî welatî. Li vî welatî her tiştê xweş wê bi azadiya Abdullah Ocalan pêk bê.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li êşkencexaneya Îmraliyê di bin tecrîda mûtleq de tê girtin û nêzî 4 sal in bi tu awayî agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Her wiha girtiyên din jî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî di heman şert û mercan de tên girtin. Çalakî bernameyên ji bo bidawîbûna tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatine destpêkirin li her derê didomin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê der barê tecrîdê de axivîn.

Dayika Aştiyê Perîşan Aslan tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir û got: “Rêberê hemû gelan hene. Çima yê gelê kurd girtî ye. Ji bilî me kurdan rêberê kê girtî ye. Em vê çawa qebûl bikin. Ev tecrîd zilm e, xerabî ye. Em şermezar dikin. Em dibêjin êdî bes e. Bila aştî bê. Bila Abdullah Ocalan bê berdan.”

Perîşan bi lêv kir ku divê ev şer bi dawî bibe û wiha pê de çû: “Çi karê Tirkiyeyê li Iraqê heye. Li Kerkuk, Mexmûr, Silêmaniyê û Duhokê çi dike? Ez Barzanî şermezar dikim. Her welatek sînorê wan heye. Tu welat nikare bikeve axa welatekî din.”

Dayika Aştiyê Asya Ozlu jî zilma li ser gelê Kurd şermezar kir û got ew qetilkirina du rojnamegerên Kurd jî şermezar dikin. Asyayê wiha bi lêv kir: “Divê tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî be û gelê Kurd azad be. Bi salane Birêz Ocalan nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Sedema vê çi ye? Ev ne tiştekî baş e. Bi tu awayî hevdîtin nayên kirin. Divê ev tecrîd bi dawî be. Ez hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re şermezar dikim. Bila Barzanî nebêje ez Kurd im.”

Dayika Aştiyê Ferîde Ozlu jî anî ziman ku heta tecrîd hebe gelê kurd azad nabe û pirsa Serok Apo çima dibin tecrîdê ye pirsî. Ferîde sedema hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re jî pirsî û wiha axivî: “Barzanî xwişk û birayên xwe dikuje. Ev ne şerm e? Ew ne axa Tirkiyeyê ye, ew axa Kurdistanê ye. Ev ax bi xwîna ciwanên Kurd hatiye girtin. Serok Apo 25 sal e girtî ye. Sê sale tu agahî jê nayê girtin Ne malbat ne parêzer nikarin hevdîtinê bikin. Mifteya aştiyê di destê Serok Apo de ye. Kengê tecrîd bi dawî bibe wê aştî bê welat. Tiştên xweş li vî welatî bi azadiya Serok Apo pêkan in.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar