Sûriye ji bo dewleta Tirk serkeftine yan ketina teqnê ye?

Teoriyên kapîtalîstan ên dijmirovahiyê hene. Yek ji van teoriyên mijara gotinê “terapiya şokê” ye. Li gorî vê teoriyê, guhertin encax bi qeyranê pêk tê....

Cihê ku dewlet lê hebin pirsgirêk jî hene

Dema em li geşedanên dîrokê dinerin, em dibînin ku cihê desthilat, serdest, dewlet û sermaye hebin her tim pirsgirêk jî hene. Lê cihê ku...

Perşembe - 12 Aralık 2024

Ji bo azadiya Rêber Apo çi ji destên me bê em ê bikin

Francesca Ghrîrra û Anne Kulseng Berg ên ji bo bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dan, diyar kirin ku rola Rêber Apo ya di çareseriya pirsgirêka Kurd de girîng e û pû wiha gotin: “Ji bo azadiya Abdullah Ocalan, ji bo bidawîbûna tecrîdê çi ji destên me bê em ê bikin.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in di pergala qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê de di nava tecrîda mutleq de tê girtin, Ji bo şikandina tecrîda mutleq û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakî tên lidarxistin. Yek ji van xebatan jî ya heyeteke navneteweyî ya ji parlamenter, rojnameger û nûnerên partiyên siyasî pêk tê. Heyetê ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serî Wezareta Dadê da. Heyet di 2’yê Kanûnê de hat Tirkiyeyê û çû serdana Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Buroya Hiqûqê ya Asrinê. Heyet di 3’yê Kanûnê de jî bi parlamenterên DEM Partiyê re li Enqereyê hatin gel hev. Piştî hevdîtinan heyetê ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serî li Wezareta Dadê dan.

Parlamentera Tifaqa Kesk a Çep a Îtalyayê Francesca Ghrîrra da zanîn ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dîtina riyeke aştiyane girînge û wiha domand: “Hêviya me ev e ku Birêz Ocalan demildest azad bibe. Tecrîdkirina Birêz Ocalan di alî mafê mirovan de tiştekî bi xof e. Tevî vê tecrîda giran a bi salane didome, hîna ji bo aştiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd dinivîse û difikire. Hêvîdarim di encama vê de çaerseriya pirsgirêka Kurd pêk bê. Bi rastî ez fêm nakim ku Birêz Ocalan çima bi salane di bin tecrîdê de ye. Ji ber fikrên xwe li wir e, ji ber her tim dibêje wê aştî pêk bê. Rewşa girtîgehên Îtalyayê jî nebaşin. Mafê mirovan li wir jî tune ne. Lê rewşa Birêz Ocalan pir cudaye û mînakek din a wisa tuneye. Hêvîdarim Îtalya ji bo bidawîbûna êşên gelê Kurd bibe alîkar. Mafê her kesî heye ku bi aştiyane bijîn. Ji bo azadiya Abdullah Ocalan, ji bo bidawîbûna tecrîdê çi ji destên me bê em ê bikin.”

Rêvebera Koma Piştevaniya Kurd a Partiya Sor a Norveçê û ji tevgera femînîst a Norveçê Anne Kulseng Berg jî daxuyakirin ku li Norveçê bi gelek rêxistinên jinan ên Kurd re xebatan dimeşînin û ji bo tiştên li Tirkiyeyê diqewimin bibînin hatine vir. Anne Kulseng Berg wiha anî ziman: “Tecrîd mezine û wek pisgirêkek mezin li pêş me ye. Tecrîdkirina Birêz Ocalan fêmkirin, li gorî min gelek girîng e. Bi qasî em dibînin, ji bo Kurdên Tirkiye, Sûriye û Îranê tecrîd pirsgirêkek mezin e. Abdullah Ocalan xwedî hêzeke ku gelek mirovan bîne gel hev e. Piştî vegerim tişta ku ewil bikim divê em divê mijarê de bi Baroya Norveçê re hevkariyê bikin. Tecrîdê ji nîqaşê re vebikin.”

Anne Kulseng Berg wiha dawî lê anî: “Min paradîgma Abdullah Ocalan cara ewil di konferanseke li Osloyê de fêr kir. Jîneolojiyê bandorek mezin li ser min kir. Ev îdeolojiyek gelek xurt bû. Bi femînîzmê re gelek nokteyên wê yên hevpar hebûn. Avakirina akademiyan û pêşxistina vê gelek girîng bû. Swîstreyê, Stockholê akademiyek heye. Vê dizanim. Li gorî min divê yek li Norveçê jî bê vekirin.Jîneolojî îdeolojiyek xurt e. Ji ber vê serdanê jî gelek kêfxweş im.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar