Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Ji bo azadiya Rêber Apo çi pêwîst be em ê bikin’

Hevseroka KON-MED’ê Rûken Akça têkildarî qonaxa duyemîn a pêngava azadiyê de ev tişt anî ziman: “Em ê vê berxwedanê li Ewropayê jî berfireh bikin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo çi pêwîst be em ê bikin. Îro felsefeya Rêber Apo li hemû cîhanê belav bûye.”

Dostên gelê kurd di 1’Cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cihanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirkê kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Pêngava azadiyê li seranserê cihanê berfireh bû û Rêber Apo kir Rêber gelên gerdûnê. Qonaxa duyem a pêngavê di 1’ê Adarê de dest pê kir. Di çarçoveya kampanyayê de bi çalakiyên girseyî yên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û 21’ê Adarê Newrozê daxwaza azadiya fizîkî ya Ocalan hat kirin. Piştre jî wê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Ocalan çalakiyên girseyî bên lidarxistin. Her wiha wê li bajarê Vatîkan ê Îtalyayê wê serdana Papa bê kirin û dosyeya derbarê bêhiqûqiyê radestî wî bê kirin. Ger çalakî encam negirin, wê di navbera 15-20’ê nîsanê de li ber Konseya Ewropayê (KE) bi pêşengiya jinan bi 5 hezar kesî çalakiya rûniştinê ya 5 rojan bê lidarxistin.

Hevseroka Konfederasyona Civakên Kurdistanê (KON-MED) a Almanyayê Rûken Akça, têkildarî xebatên di çarçoveya pêngava duyemîn de agahî dan. Akça diyar kir ku bi pêngava azadiyê re paradîgmaya Rêber Apo li hemû cihanê belav bûye û wiha got: “Kî paradîgmaya Ocalan dixwîne, di bin bandora wê de dimîne û li gorî jiyana xwe adapte dike. Ji ber vê yekê li seranserê Ewropayê dengek bilind bû. Gelek akademîsyen, nivîskar, hiqûqnas, parlementer û kesên ku berê di CPT’yê de wezîfedar bûn beşdarî çalakiyên di çarçoveya pêngavê de bûn.”

Wê li ber avahiya Konseya Ewropayê çalakiya rûniştinê pêk were

Akça anî ziman ku qonaxa yekem a kampanyayê 3 meh berdewam kir û qonaxa duyemîn jî hîn jî berdewam dike û wiha axivî: “Di dema pêş de, 4’ê Nîsanê, Rojbûna Rêber Apo û 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cihanê ye. Em xwe amade dikin ku biçin Vatîkan, Îtalya, ji bo ku bi Papa re hevdîtinê bikin. Di pêşengiya tevgera jinan de em armanc dikin ku di navbera 15 û 20’ê nîsanê de li ber KE’yê bi 5 hezar kesî çalakiya rûniştinê pêk bînin. Di vê pêvajoyê de em ê bi parlamenterên Konseya Ewropayê re hevdîtinan pêk bînin. Têkildarî bûyeran me dosye amade kirine. Em ê wan teslîm bikin.”

Rûken Akça da zanîn ku kurd tenê pêşengiya xebatên wan nakin û got ku ku piştî pêvajoya Kobanê hemû gelên cîhanê di bin bandora fikrên Ocalan de man û xwedî lê derketine. Akçayê got: “Dixwazin me bêdeng bikin. Lê em ê vê qebûl nekin. Ger tecrîd neyê rakirin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk neyê, wê berxwedan li girtîgehan mezin bibe. Em ê vê berxwedanê li Ewropayê jî berfireh bikin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo çi pêwîst be em ê bikin. Îro felsefeya Rêber Apo li hemû cîhanê belav bûye û hevalên me di hemû çalakiyên me de bi me re tevdigerin.”

‘Ev şer 50 sal in didome’

Akça destnîşan kir ku tê xwestin ku bi tecrîdê têkoşîna kurdan bê fetisandin û bi bîr xist ku sedema bingehîn a şer û zextên li Tirkiye û çar parçeyên Kurdistanê tecrîd e û wiha berdewam kir: “Li Tirkiyeyê mirov ji kar tên avêtin. Xizanî kûr dibe, mirov xwe dikujin. Li Rojavayê qadên sivîlan tên bombekirin û sivîl tên qetilkirin. Yanî ev tecrîd di şexsê Rêber Apo de li çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin. Divê gelên Tirkiyeyê vê yekê bibînin. Rastî nagihên raya giştî ya Tirkiyeyê. Ev şer 50 sal in didome. Wezîrên tirk derî bi derî digerin. Navnîşana ku hûn ê biçinê pir zelal e. Herin bi Rêbertî re rûnin. Pirsgirêka kurd û tirk jî wê çareser bibe. Lê ew vê yekê nakin. Ji ber ku ji paradîgmaya Rêbertiyê ditirsin.”

Di dawiya axaftina xwe de Akça ragihand ku ew ê bi ruhê yekîtiya neteweyî li kolanan bin û got ku ew ê di vê çarçoveyê de planên ku çêkirine pêk bînin. Akçayê di dawiyê de wiha got: “Ji bo em vê tecrîdê bişkînin pêwîst e rojek berî rojekê Kongreya Neteweyî bê lidarxistin. Ne tenê Bakurê Kurdistanê, çar parçeyên Kurdistanê jî divê vê têkoşînê hembêz bikin. Werin em vê tecrîdê bişkînin û pirsgirêka kurd çareser bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar