Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Ji bo azadiya Rêber Apo divê em têkoşînê bêhtir bilindtir bikin’

Koordînasyona PAJK'ê 4'ê Nîsanê pîroz kir û bal kişand xeteriya li ser Ocalan û wiha got: “Di vê dema dîrokî de divê em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bilindtir û bêhtir radîkal bikin.”

Navenda Nûçeyan |

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê (PAJK) bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser malpera xwe peyamek weşand.

Peyama PAJK’ê wiha ye:

“Em roja rojbûna Rêber Apo, roja vejîna hemdem di serî de li Rêberê afrînerê jiyana Azad Rêber Apo pîroz dikin. Roja jinûve mîlada gelê kurd, roja vejîn û zayîna jinên kurd, li tevahî jinên têkoşîner, li gelê Kurdistanê û Rojhilata Navîn pîroz dikin. Em rojbûna Rêber Apo, li jinên enternasyonal, dost û mirovên di roja îro de li cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, têdikoşin pîroz dikin. Em rojbûna Rêber Apo di şexsê dayika Uveyş de, li dayikên ku kevneşopiya xwedawendiyê parastin û dan jiyîn pîroz dikin. Di şexsê hevrê û dilsoza xeta Rêber Apo, Şehîd Nûda Karker de, tevahî şehîdên me yê bi rûmet ku Rêberê Azad jiyîn û dan jiyîn, bibîrtînin û soza em ê, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin nû dikin.

Navê vejîna nû

Di bihara sala 1949’an de, zayîna jiyaneke nû li ser xaka Kurdistanê vejîn bû. Navê vejîna nû rojbûna Rêber Apo bû. Rojbûna Rêber Apo, di rastiya gelekî li ber pença qirkirinê bû, hêza wateyê û jiyana bi rûmet afirand. Rêber Apo, di temenê zarokatî de jiyan xist ber lêpirsînê. Ji bo bigihêje bersiva vê lêpirsînê, nakokiyên mezin jiya û dev ji xwegîhandina xeyala jiyana azad berneda. Rêber Apo, ji bo jinên kurd, gelê Kurdistanê û tevahî gelên qedîm ên li ser erdnîgariya Mezopotamyayê, bû dîrok, hêvî û baweriya bi jiyana wekhev û azad. Bi rojbûna Rêber Apo re, li Kurdistanê, bedena ruh ji destdayî ruh pê hat, hişê ku ji hebûn, cewher û evîna xwe ya jiyanê biyanî bûbû jinûve jîndar bû.

Rêber Apo bi xwe re jin û mirovên azad afirand

Di dîrokê de jinên berxwedêr, gelê kurd û civakên derveyî dewletbûnê jiyane, ji bo hebûn, nasname, çand û xwebûna xwe biparêzin, li hember dagirkerî û hişmendiya mêr û pergala dewletî têkoşînek bê hempa meşandine. Rêber Apo, têkoşîna bi kevneşop a mirovahiyê bi rojbûna xwe re kir yekruh û yekbeden. Bi jiyan û heqîqeta kesayetiya xwe ya azad temsîla nasname, çand û nirxên dîrokî yên mirovahiyê kir û da jiyîn. Rêber Apo, rojbûna xwe, di kesayeta xwe de bi pêkanîna mirovê azad û xwegihandina sira zanînê re, weke pêkanîna sê zayînan bi nav kir. Zayîna fîzîkî û yekem jinûve zayîna gelê kurd pênase kir. Bi vejîn û zayîna gelê kurd re, zayîna mirovahiya hemdem kir armanca têkoşîna xwe. Rêber Apo, bi zayîna duyem û sêyemîn re, dahûrînên kûr ê dîrok û kêliyê kir. Zihniyet û bîrdoziya mêr a pênc hezar salan weke xeteriya herî mezin a li ser jiyana civakî û jinan bi nav kir. Li hemberî vê tespîta dîrokî rêya têkoşîna herî zor û radîkal hilbijart. Rêber Apo, di şexsê xwe de şoreşa zihnî û wîjdan ava kir. Bi vê avakirina mezin re fikir, felsefe û paradigmaya modernîteya demokratîk pêşxist, jinên azad û mirovên azad afirand. Rêber Apo, bi fedekarî û erka xwe ya dîrokî, berpirsyarî û temsîla vê çandê girt ser milê xwe, ji ber wê pergala modernîteya kapîtalîst ew hedef girt û komplo pêk anîn. Komploya li ser Rêber Apo di bingehê xwe de ji vê heqîqeta mezin a Rêbertiya me temsîl dike çavkaniya xwe digre. Tecrîda girankirî ya di roja îro de li ser Rêber Apo pêk tê, ji ber kesayeta berxwedêr a Rêber Apo ye. Em weke jinên kurd, rojbûna Rêber Apo bi barkirina vê wateyê di kesayeta xwe de vejîn dikin û didin jiyîn.

Me weke jinên kurd, hebûna xwe, nasname û cewherê xwe bi zayîna Rêber Apo re jinûve bi dest xist. Ji ber wê em li hemberî keda Rêber Apo ya ji bo azadiya me daye xwe ji her kesî zêdetir deyndar dibînin. Em weke jinên kurd, ji her kesî zêdetir xwe di ber azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de berpirsyar dibînin û bi biryar in têkoşîna wê bidin. Berxwedana Rêber Apo ya di oxira avakirina jinên azad û civaka azad de daye, di roja îro de jî bi kedekî bê terîf berdewam dike. Em di serdema zayîna sêyemîn a Rêber Apo pêkaniye de dijîn. Ev zayîna sêyemîn û herî mezin erkên dîrokî dide ser milê me. Em weke milîtan û pêşengên pêkanîna zayîna sêyemîn a Rêber Apo, pêwîst e ji her demê bêhtir bixebitin têkoşîna xwe bilind bikin.

Ji her demê bêhtir divê em têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo bilindtir bikin

Di vê dema dîrokî de, jiyan û ewlehiya Rêber Apo di xeteriyê de ye. Hevdîtin pêk werin jî ev xeterî bi dawî nabe. Ji ber ku heta Rêber Apo li Îmraliyê bê ragitin dê ev xeterî bidome. Hêzên hegemoparêz ên şaristaniya kapîtalîst, şerekî mezin li hemberî Rêbertiya me didin meşandin û bi destê AKP-MHP’ê bi rêbazên herî kirêt tê pratîzekirin. Em weke jin û gelê kurd, pêwîst e rastiya vê şerî û xeteriya vê şerî baş bibînin û li gorî wê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, bilindtir û radîkaltir bikin. Acîliyeta vê erka me ya dîrokî, ji her demê zêdetir di vê salê de xwe li ser me ferz dike.

Biryardariya fedaiyên Rêber Apo, di berxwedana Garê de nîşan da, sekna têkoşîner a jinan di 8’ê Adarê de, li hemberî pergala desthildar a mêr raber kir û girêdana gelê me ya bi xeta Rêber Apo re di qadên Newrozê de careke din israra jiyaneke bi Rêber Apo re em ê bijîn an jiyan ji me re nîne derketiye holê. Bi vê zanebûnê ji me tê xwestin em rojbûna Rêber Apo bi wate bikin. Pêwîst e di serî de em jin û tevahî gelê kurd, fikir, felsefe û paradîgma modernîteya demokratîk ya Rêber Apo di kesayeta xwe de pêk bînin û bikin şêwazê nû yê jiyanê.

Bi vê bîr û baweriya girêdana bi jiyana azad re, divê li her cihê ku gelê me lê dijî dike di roja 4’ê Nîsanê de, ji bo Rêber Apo, ji bo şehîdên me û ji bo gelê me yê bi egîdî canê xwe di ber parastina xweşikbûna Kurdisana Azad de kiriye mertal darên jiyana azad biçînin. Ji rika dagirkeran û dijminê mirovahiyê, qadên jiyana azad şîn bikin û diyarî Rêber Apo bikin.

Li ser vê esasê em carekî din rojbûna Rêber Apo, li Rêbertiya azad, jinên berxwedêr û gelê kurd pîroz dikin. Bang li tevahî jin û mirovên azadîxwaz li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê dikin ji bo avakirina jiyaneke azad û wekhev, di van demên zehmet, xeter û diyarkirina çarenûsê de, bi awayekî hevgirtî û hevbeş têkoşîna azadiyê bilind bikin. Bi taybet bang li tevahî jinan dikin bi hemû hêza xwe tev li têkoşîna Pêngava ‘Dem Dema Azadiyê’ bibin û heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê, bi rola xwe ya pêşengiyê rabin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar