Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

‘Ji bo azadiya Rêber Apo em ê têkoşînê geştir bikin’

Endama Konseya Rêveberiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Aevsta têkilî rojbûna Rêber Ocalan axivî û wiha got: “Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo em ê têkoşînê geştir bikin.”

Endama Konseya Rêveberiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta têkildarî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî.

Avesta diyar kir Rêber Ocalan di nav şertên tecrîda girankirî de rojbûna xwe dijî û wiha got: “Ez vê roja watedar di serî de li Rêber Apo, li dayikên şehîdan, hemû jinan, gelê Kurdistanê û mirovahiyê pîroz dikim. Her wiha li hemû berxwedêrên zindana û şervanên azadiyê pîroz dikim. Em rojbûneke din jî ya Rêber Apo di nav şertên giran ê tecrîdê de pêşwazî dikin.

Di vê demê de ku em 4’ê Nîsanê pêşwazî dikin li dora rêbertî hevgirtinek heye. Nexasim bi milyonan mirovên ku 8’ê Adarê û Newrozê pîroz kirin ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo vîna xwe danîn holê. Ji ber vê roja watedar em careke din sond dixwin. Em ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têkoşînê geştir bikin. Li ser vî esasî ez bang li hemû jin, ciwan, gelê me û hêzên demokratîk dikim, bi rengekî çalaktir tev li pêvajoyê bibin. Ji ber vê rojê ez silavên xwe yên herî watedar ji Rêber Apo re dişînim û hurmetdar im.

Ji ber vê roja watedar her kesî vedixwînim ku baxçeyê azadiyê mezin bikin, bi çarçoweya modernîteya demokratîk bi rengekî watedar bi sirûştê re bibin yek û vê paradîmayê geş bikin. Her wiha di şexsê hevrê Mustafa û Mahsûm de 2009’an çûbûn Amarayê û ji hêla hêzên faşîst ên tirk ve hatibûn şehîdkirin hemû şehîdan bi hurmet bi bîr tînim. Û em dibêji em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo ku armanca şehîdên me ye bi cih bînin.”

Rewşa Şengalê

Avesta bal kişande ser Şengalê ku di vê pêvajoyê de rojava sereke pirsên gelê êzidî ne ku li Şengalê dijîn, bal kişand ser Peymana 9’ê Cotmehê ku di navbeyna Bexdayê û PDK’ê de hatî îmzekirin û ev tişt anî ziman: “Bi vê li ser gelê êzidî ‘plana komkjiyê hatiye danîn. Hikûmeta Iraqê divê baş zanibe ku ferzkirina dewleta tirk û PDK’ê û xwestekên wan ne di berjewendiya Iraqê de ne. Heta niha êzidiyan tu zirar nedane dewleta Iraqê û gel. Berevajî Iraq deyndarî civaka êzidî ye. 3’yê Tebaxa 2014’an dema ku DAIŞ’ê êrîş anî ser êzidiyan, dewleta Iraqê û PDK yên ku êzidî ne parastin bûne sedema mirina bi 10 hezaran êzidiyan. Em vê bangê tim dikin û dîsa bibêjin. Divê dev ji vê helwesta bi dijminatî biqerin. Êdî divê vîna gelê êzidî nas bikin û statûya Şengalê nas bikin. Heta niha zirara gelê êzidî negihiştiye tu kesî, niha jî tüneye. Gelê êzidî êrîş bi ser kesî de nebiriye. Lê divê ev baş were zanîn, heke êrîş biçe ser wan heta dawiyê dê li ber xwe bidin.

Rêbaza çareseriyê ya herî demokratîk ew e ku bi meclisa wir re rûnin, muzakere werin kirin û bi rengekî maqûl statûya Şengalê nas bikin. Ev rewş ne dûrî destûra Iraqê ye. Çawa ku ev qanûn li Duhok, Hewlêr û Silêmanî çêdibe, li Şegalê jî divê çêbibe.”

Berxwedan gelê êzidî ya li Şengalê

Di axaftina xwe de Sozdar Avesta bal kişande berxwedana gelê êzidî ya li Şengalê û wiha domand: “Di vê rêyê de têkoşîna xwe heta dawî bidomînin. Ji bo rewşa li Şengalê çareser bibe tenê berxwedana gelê Şengalê têrê nake. Gelê Şengalê bi temsîla hemû êzidiyan berxwedan danî holê. Hemû Êzidiyên li cîhanê divê xwedî li vê bexwedana pîroz a gelê êzidî derkevin. Li her deverê bi çalakiyên zengîn divê di nav vê pêvajoyê de bin. Nexasim niha serferberiya xweparatinê ya ku li Şengalê dest pê kirî divê geş bibe û gelê me tevlê bibe. Gelê me yê li kampan û welatên din divê di nav vê têkoşînê de bin û piştevan bin. Li ser xaka xwe ji bo ku em bi rengekî birûmet bijîn divê em têbikoşin. Ji vî alî ve nexasim dayikên me, ez jinan pîroz dikm. Pêşengiya vê têkoşîna pîroz dikin û encamê distînin. Niha yên ku ji xwe re dibêjin êzidî ne heke li xweseriya Şengalê xwedî dernekevin nikarin ji xwe re êzidî bibêjin. Tu caran mafekî wan ê wiha nîne. Bi vê wesîleyê bang li Mala Mîra, Meclisa Rûhanî, Babaşêx dikim. Ew xwedî rûmet û prensîb in. Civaka êzidî hurmetê dide wan. Divê rola ku dikeve ser milê wan bi cih bînin. Êzîdxana ku nikaribe xwe rê ve bibe çawa dê ji hêla dînî ve azad bibe. Nikare behsa ziman, çand û rêz û rêçikan bike. Ji ber vê her kesê ku berpirsyarî dikeve bara wan divê berpirsyariya xwe bi cih bînin.”

Bang

Avesta bang li gelê şengalî û tevahî Kurdistaniyan ên li derveyî welat kir, bal kişand ser çalakiyên ku ew dikin û ev tişt anî ziman: “Dikarin zêdetir bikin û divê bikin jî. Divê zêdetir organîze bibin, çalakiyên bêhtir girseyî divê bikin. Bi roj û şev divê li ber NY’yê rûnin, li ber Konseya Ewropayê û hemû saziyên navneteweyî dengê xwe zêdetir derxînin. Divê çalakiyên wiha bikin ku hemû saziyan tevgerînin. Ên ku 9’ê Cotmehê ferz kiribûn heta 1’ê Nîsanê wext dabûn, 1’ê Nîsanê beriya niha ew roja vekişîna hêzên me ji Şengalê bû. Ev dîroka ku dayîn pê peyamê didin. Wê peyamê didin gelê wir ku tevgera me ew terikandine. Helbet ne gel û ne jî tevgera me tu carî vê qebûl nake. Piştî ew qas kes û berdêlan dê tu caran dev jê bernede.”

Nîsan meheke pîroz e

Endama Konseya Rêveberiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta bang li gelê başûrê Kurdistanê jî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê ciwanên başûrê Kurdistanê, jin, partiyên siyasî hemû gelê me vê peymana qirêj red bikin. Gelê me yê ku li welêt û derveyî welêt dijî di vê pêvajoya nazik de divê li cem Şengalê bin û lê xwedî derkevin. Ev pêvajo ya manûnemanê ye. Çi tişta ku ji dest wan tê divê di vê pêvajoyê de bikin. Niha Nîsan e, Nîsan ji bo êzidiyan meheke pîroz e. Çarşema Sor dê were pîrozkirin. Divê ev Çarşema pîroz bi berxwedanê were pêşwazîkirin. Ên ku maneya Çarşema Nîsanê dizanin divê li dahatu, çand, edetên xwe xwedî derkevin. Bi vê wesîleyê divê xwedî li Şengalê derkevin. Em ê jî di dest me de çi hebe heta dawiyê bi vê têkoşînê re bin. Çi kesê ku di nav vê têkoşînê de ye silav dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar