Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Ji bo azadiya Rêber Apo jiyanê rawestînin

KCDK-E û TJK-E ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd wê di navbera 1'ê cotmehê-16'ê mijdarê de çalakiyan li dar bixin. Hevserokê KCDK-E'yê Engîn Sever diyar kir ku divê gelê kurd ji bo azadiya Rêber Apo bi ruhê serferberiyê tevlî çalakiyan bibe û jiyanê rawestînin.

Saziyên kurdistanî yên li Ewropayê bi pêşengiya KCDK-E û TJK-E’yê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd wê di navbera 1’ê cotmehê û 16’ê mijdarê de çalakiyan li dar bixin. Nûnerên saziyên kurdan ji bo meşa mezin a 16’ê mijdarê ya li bajarê Koln ê Almanyayê bê lidarxistin daxuyanî dan çapemeniyê.

Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever daxuyanî da û diyar kir ku divê kurd jiyanê rawestînin û got, “Bi navê KCDK-E’yê em bang li gelê xwe dikin. Tecrîda li ser Rêber Apo 25 sal derbas kir û 42 meh in jî bi tu awayî agahî jê nayê wergirtin. Di 10’ê cotmeha 2023’an de dostên gelê kurd pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî’ dan destpêkirin. Ji ber vê yekê divê em her roj çalakiyan bikin. Hêzên ku komploya navneteweyî lidar xistin û hêzên ku tevlî vê komployê bûn divê zanibin ku êdî sebra kurdan nemaye.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji dayina her berdêlî re amade ye. Di sala 2025’an de armanca me ya bingehîn azadiya Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê divê bi pêşengiya dostên gelê kurd, tevgerên jin û ciwanan em bi ruhê seferberiyê tevlî pêvajoyê bibin. Salvegera qedexekirina tevgea azadiyê nêzîk dibe. Meha mijdarê hem ji bo rakirina tecrîdê hem jî ji bo nîşandana nerazîbûna qedexekirina PKK’ê divê em helwesta xwe nîşan bidin. Gelê kurd dibêje êdî bes e. Ji ber vê jî divê her kes bi ruhê seferberiyê tevlî vî karî bibe. Dema azadiyê nêzîk e.”

Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut jî bi bîr xist ku meha cotmehê hem salvegera Komploya Navneteweyî ye ku 9’ê Cotmeha 1998’an bi derxistina Rêber Apo Ocalan a ji Sûriyeyê destpê kir, hem jî salvegera destpêkirina pêngava 10’ê Cotmehê ye û got, “Di ser pêngava me re salek derbas bû. Di nava vê salê de gelek çalakî, mîtîng hatin lidarxistin, kar hate kirin. Lê belê ji bo dengê Rêber Apo bibihîzin û tecrîdê bişikînin divê em hîn bêhtir têbikoşin. Bêguman pêvajoya ku em tê de ne gelekî giran e. Tecrîd çiqasî giran bibe şer jî di wê astê de kûr dibe. Giranbûna şer û tecrîdê bi hev ve girêdayî ye. Li dijî dagirkirina başûrê Kurdistanê sekna gelê Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê ya li hemberî dagirkeriyê girîng e. Li gel çar parçeyên Kurdistanê weke gelê kurd ê li Ewropayê, weke rêveberiya KCDK-E’yê ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk demeke dirêj e em dixebitin.

Sedema kombûna me ya li hev destpêkirina pêvajoya çalakiyan a heta 16’ê Mijdarê ye. Ji 1’ê cotmehê heta bi 16’ê Mijdarê divê em her roj bi gelê xwe, civaka xwe re mal bi mal bixebitin. Di 16’ê Mijdarê de divê em jiyanê rawestînin. Wê rojê divê her kes deriyê xwe bigire û ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd bên Kolnê. Wê rojê em li Kolnê li benda gelê xwe ne. di 16’ê Mijdarê de em ê erd û ezmên bihejînin, jiyanê bisekinînin û peyamê bidin dagirkeran ku nikarin îradeya me teslîm bigirin, nikarin tecrîdê roj bi roj giran bikin û nikarin komkujî û dagirkeriya li ser gelê kurd mezin bikin. Banga xwe careke din dubare dikim; ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 16’ê mijdarê de bi hezaran mirovî em li Kolnê li hev kom bibin.”

Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan jî bi bîr xist ku ji 10’ê cotmeha 2023’an û vir ve bi pêngava dostên gelê kurd re gelek çalakî hatin lidarxistin, pêngav divê hîn bêhtir bê mezinkirin û got, “Ji bo şikandina xiyanet, tecrîd û polîtîkayên qirkirina gelê kurd di 16’ê mijdarê de em bi ruhê sefeberiyê ji bo çalakiya li Kolnê bixebitin. Di 16’ê mijdarê de li Kolnê em li benda gelê xwe ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar