Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Ji bo azadiya Rêber Apo û tevlî mihrîcana Frankfurtê bibin

NAV-BEL, CDK-F û Awûstûrya Civaka Azad bang li kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo beşdarî Mihrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ya Frankfurtê bê li darxistin bibin.

32’yemîn Mihrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî wê di 21’ê Îlonê de li bajarê Frankfurt ê Almanyayê bê lidarxistin. Hevserokên Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Belçîkayê (NAV-BEL), Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê (CDK-F) û Awûstûrya Civaka Azad li ser amadekariyên xwe yên ji bo mihrîcanê axivîn.

Hevserokê NAV-BEL’ê Torî Orak anî ziman ku wê ji bajarên Liege, Verviers, Bruksel, Charleeroi û Antwerpenê ji bo tevlîbûna li festîvalê wesayitan bişînin û got, “Werin em bi hev re dest bidin hev û xwedî li rûmeta xwe derkevin. Werin em govenda berxwedanê mezin bikin.”

Orak bi dewamî got, “Li dijî êrîşên dagirkeran û xeta xiyanetê gelê Kurd ber bi azadiyê ve dimeşe. Dewletên dagirker û xeta xiyanetê dixwazin azadî û statuya Kurdistanê asteng bikin. Di vê dema zehmet de li dijî qedexeyên li ser çand û zimanê gelê Kurdistanê, ji bo xwedîderketina li hebûn û nasnameya xwe em govenda azadî û berxwedanê mezin bikin. Em govenda azadî ji Rêber Apo re mezin bikin. Em bang li civaka Kurdistanê ya li Belçîkayê dikin: Werin tevlî mihrîcanê bibin.”

Hevseroka CDK-F’ê Xanê Akdogan diyar kir ku ji Bakurê Fransayê ku Parîs û bajarên li derdorê di nav de ne wê bi 30 otobusan tevlî mihrîcanê bibin û wiha axivî: “Em bang Kurdistaniyên bi rûmet û gelê xwe yê hêja yên li Bakurê Fransayê dikin: Em di mihrîcana Frankfûrtê de li hev bicivin. Em tevlî mihrîcanê bibin. Îro çand û zimanê kurdan têne qedexekirin. Em xwedî li ziman, çand û Rêberê xwe derkevin. 42 meh in em nikarin agahiyê ji Rêberê xwe werbigirin. Em tecrîda li ser Rêber Apo ya 26 salan bişikînin, ziman û çanda xwe biparêzin. Bi vê hestê û vî fikrî banga tevlîbûna ji bo mihrîcanê dikim.”

Hevserokê Awûstûrya Civaka Azad Ahmet Zîrek got, “Bi dehan wesayitan em ê tevlî mihrîcanê bibin. Heta niha ji Awûstûryayê 200 kesî ragihandiye ku wê tevlî mihrîcanê bibin. Lê belê karên me dewam dikin û heta roja birêketinê wê ev hejmar zêde bibe.”

Hevseroka Civaka Demokratîk a Kurd a Kurdistaniyên li Hollandayê (DEM-NED) Bêrîvan Laçîn jî ragihand ku wê ji bajarên Den Haag, Rotterdam, Rijnhal Arnhem û Amsterdamê otobusan bi rê bikin û ji ber Navendên Civaka Demokratîk a Kurd bi rê bikevin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar