KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Ji bo azadiya ziman yekitiya xwe ava bikin

24 saziyên Wanê bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyandin ku divê Saziya Zimanê Kurdî bê avakirin û wiha gotin: “Ev rastiyeke bi tu awayî ne mijara nîqaşê ye. Divê bi milyonan kurd û hemû tevger, partî, sazî, rêxistin û derdorên kurd ji bo azadiya zimanê xwe bibin yek."

Zimanê kurdî bi sedan sal in ji hêla dagirkerên Kurdistanê ve hatiye înkarkirin û bi qirkirina çandî re rûbi rû ma ye. Hîn dewleta tirk a dagirker qirkirina li ser zimanê kurdî didomîne û ji hemû derfertan bêpar tê hiştin.Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê li gel 24 saziyan bi wesîleya “21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê” daxuyaniyek da çapemeniyê û li ber avahiya Navenda Lêkolînên Çand û Hunerê ya Ziman (ARSÎSA) meşiyan. Di çalakiyê de pankartên “Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” “Kurd, kurdî, Kurdistan” hatin hilgirtin û girseyê timî dirûşma “Zimanê me rûmetê me ye” berz kirin.

Hevberdevkê Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Pariyê Hemîd Dilbihar li vir axivî û diyar kir ku niha gelek ziman bi asîmîlasyonê re rû bi rû ne û destnîşan kir ku yek ji van zimanan jî zimanê kurdî ye. Dilbihar got, ”21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê tê pîrozkirin. Wekheviya hemû zimanan hat ragihandin. Lê mixabin îro jî rewş û paşeroja gelek zimanan ne diyar e; di bin gefa  hilweşandin, asîmîlekirin û tunebûnê de ne. Îro li Anatoliyê zimanên wek suryanî, lazî, boşnakî, hemşinî, çerkesî, ermenî, romanî û erebî hene. Yek ji zimanên di bin xetereyê de zimanê Kurdî ye ku bi deh milyonan kurd pê diaxivin. Divê baş bê zanîn ku zimanê kurdî zimanê herî kevnar û dewlemend ê mirovahiyê ye.”

Dilbihar anî ziman ku zimanê kurdî hebûn, nasname û bingeha kurdan e û wiha domand: “Zimanê Kurdî ruh, hiş û bedena kurdan e. Zimanê kurdî stûna yekitiya neteweya kurd e. Bêziman, kurd û Kurdistan tune. Kurd û Kurdistan yek in û ji hev nayên cudakirin. Yek bêyî yê din nabe. Azadiya zimanê Kurdî jî azadiya kurd û Kurdistanê ye. Ev têkoşîna azadiyê ya 50 salan a gelê kurd ev rastî nîşan da û bi bîr xist. Kurd têkoşîna xwe ya parastin, zindîkirin û pêşxistina zimanê xwe didomînin. Ji aliyê din ve îro jî hêzên serdest bikaranîna rêbaz û amûrên nûjenkirî, hewl didin zimanû kurdî dorpêç û sînordar bikin. Lê divê baş bê zanîn ku zimanê kurdî û tekoşîna ji bo wî mijareke stratejîk û ji bo kurdan xeta sor e. Zimanê kurdî jî wek zimanên îngîlîzî, almanî, fransî, erebî, farisî, tirkî û hemû zimanên din xwedî mafên bingehîn e. Ev rastiyeke bi tu awayî ne mijara nîqaşê ye. Divê bi milyonan kurd û hemû tevger, partî, sazî, rêxistin û derdorên kurd ji bo azadiya zimanê xwe bibin yek.”

Dilbihar da zanîn ku heta zimanê kurdî bibe zimanê fermî ew ê têkoşîna xwe bidomînin û daxwazên xwe wiha rêz kirin:

“*Em li her qadê zimanê kurdî dixwazin û ji bo vê têdikoşin. Û ev têkoşîn wê ji niha û pê ve jî bidome.

*Bêguman daxwaz û armancên me yên ji bo kurdî pir zelal û vekirî ne.

*Divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî û navneteweyî.

*Divê bi qanûnên destûrî û navneteweyî bi awayekî fermî bê qebûlkirin.

*Divê kurdî bibe zimanê perwerdeyê.

*Divê li cihên wekî meclîs, walî, şaredarî, dadgeh û nexweşxaneyan zimanê kurdî bê bikaranîn.

*Divê Saziya Zimanê Kurdî bi awayekî fermî ji aliyê nûnerên gelê kurd ve bê avakirin û bê xebitandin.

*Eger ji bo Tirkî derfet hebin divê ji bo kurdî jî derfet hebin.”

Piştî daxuyaniyê girse derbasî avahiya ARSÎSA bû û bi dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anî.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar