Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Ji bo azadiyê hewcehî bi yekitiya kurdan û gelên Rojhilata Navîn heye’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan ji ANF’ê bi Salîh Dogan re axivî.

Duran Kalkan ji ewil bal kişand ser hevdîtina malbata Ocalan a dawî û wiha got: “Bi hevdîtina di 3’yê adarê re tecrîd bi dawî nebû. Sîstema tecrîd û îşkenceyê ya li Îmraliyê bi rengekî giran didome. Ev yek tenê hewldaneke taktîkî bû ku xwe ji rewşa tengav rizgar bikin.  Faşîzma AKP’ê xwest gotinên tewş ên Soylu sererast bike û hêrsa gel bi dawî bike. Ji xwe piştî wê hemû serlêdanên parêzer û malbatan hatin redkirin. Jixwe di şert û mercên asayî de destûrê nadin. Encax bi grevên birçîbûnê yên mezin, bi berxwedaneke mezin û bi têkoşînê rê encam tê girtin. Bûyerên ku qewimîn vê rastiyê nîşanî me dide.”

Kalkan piştre jî bal kişand ser têgeha Ocalan a ‘Lingê sêyemîn’ û wiha domand: “Dema ku vê yekê ji bo rewşa li Tirkiyeyê dinirxîne, li gel sîstema xwe dispêre du blokên desthilatdariyê destnîşan dike ku divê hêzeke siyasî ya sêyemîn xwe bi rêxistin bike û bi vî rengî rê nîşanî siyaseta Tirkiyeyê bide. Desthilatdariya Tirkiyeyê nepêkane bi blokên heyî pergala TC’ê birêve bibe. Nakokiyên heyî yên Tirkiyeyê ku hewcehî bi çareseriyê hene, gelek in. Zîhniyet û siyaseta faşîst tenê bi zordarî û tundiyê dikare hinekî xwe li ser pêyan bigire. Lê belê krîz û kaos jê kêm nabe. Di rewşeke wiha de hebûna civakê û afirandina sîstemeke aram bi demokratîkbûnê dibe. Nepêkane ku bêyî demokrasiyê Tirkiye aram bibe û civak karibe bijî.”

Bi domdarî jî Kalkan têgeha ‘Lingê sêyemîn’ a Ocalan wiha nirxand;

* Rêber Apo dibêje, sîstema heyî bi du lingan an jî bi du û nîv lingan nikare li ser pêyan bimîne. Ji bo aram bibe pêwîstî bi lingekî nû heye. Lingê sêyemîn jî ew e.

* Ev ling naşibe her du lingan, cuda ye. Ji aliyê îdeolojîk, felsefî û siyasî ve cuda ye. Ev yek lingekî demokratîk e. Rêber Apo vê yekê bi gotina ‘çareseriya dewlet û demokrasiyê’ pênase dike. Mebesta wî ji xweseriya demokratîk, ji konfederalîzma demokratîk ev e.

* Siyaseta demokratîk wê aliyekî dewletê be, li aliyê din jî wê bloka her du desthilatdariyan hebe. Divê mirov vê yekê weke formuleke siyasî ya dewlet û demokrasiyê binirxînin. Hêza bingehîn a vê demokrasiyê jî kurd in. Lingê sêyemîn kurd û hêzên demokratîk in.”

Çarenûsa kurdan û gelên Rojhilata Navîn yek e

Di berdewamê de jî Kalkan destnîşan kir ku Modernîteya kapîtalîst a Ewropayê zêdeyî 200 sal in ji aliyê felsefî, îdeolojîk, siyasî, leşkerî, aborî û rêxistinî ve di her astê de dest li Kurdistanê û Rojhilata Navîn wer didin û ev nirxandin kir: “Hewl didin ku Rojhilata Navîn bikin kole, parçe bikin û lê serwer bin. Lewma ketiye bin serweriya hêzên derve. Bi 25 parçeyan hatiye parçekirin. Gel jî di nav xwe de hatine parçekirin. Çarenûsa gelên Rojhilata Navîn dişibe hev. Lewma çarenûsa wan jî yek e.”

‘Destwerdana derve kurdan parçe dike’

Kalkan diyar kir ku kurd çiqasî bibin yek dê hêza xwe ya têkoşînê jî ewqasî zêde bike, li devera ku nebe yek wê lawaz bimîne. Kalkan wiha dom kir: “Yanî destwerdana derve parçe dike. Destwerdana emperyalîst siyaseta ‘parçe bike, bi hev bide şerkirin, bi rê ve bibe’ dimeşîne. Piştgiriyê dide aliyekî kurdan. Lewma têkoşîna aliyê din ê kurdan lawaz dike. Piştgiriyê û hêzê dide PDK û aliyê din, lê hewl dide xeta lehengiyê ya têkoşîna PKK’ê lawaz bike. Ev jî li pêşiya serkeftina têkoşînê dibe asteng. Bi rêya şerê navxweyî, nokerî û xiyanetê hewl dide têkoşîna azadiyê lawaz bike. Rewşeke bi heman rengî ji bo Rojhilata Navîn jî derbas dibe.”

Têkoşîna hevpar a gelên Rojhilata Navîn

Duran Kalkan anî ziman ku PKK’ê bi hêza xwe têkoşiya û ev yek dît û wiha pê de çû: “Ev têkoşîn heta astekê bi pêş dikeve, lê belê ji bo encamê werbigire neçar e ku yekitiyê biafirîne. Dema ku yekîtiyê neafirîne, hêzên derve, hêzên dijmin piştigriyê bi aliyekî dike û bi vî rengî li pêşiya encamgirtina PKK’ê dibin asteng. Her wiha kurd têdikoşin, pêşketina diafirînin lê belê li Rojhilata Navîn hêza wan bi tena serê xwe têrê nake ku sîstema zext û mêtingeriyê ya modernîteya kapîtalîst, hegemonya û serweriya hêzên biyanî ji holê rake. Yanî pêşketinekê diafirîne, lê belê ger bi gelên din re nebe yek, ger têkoşîneke hevpar nemeşîne nikare dijminê hevpar têk bibe. Bi tinekirina serweriya biyanî li Kurdistanê û bidawîkirina zext û mêtingeriya derve re nepêkane ku azadî û demokrasî bê pêkanîn. Çawa ku tenê bi PKK’ê azadiya Kurdan nepêkan û netêrker e, tenê bi Kurdan jî nepêkane ku li herêmê serxwebûn, jiyaneke azad û demokratîk bê afirandin. Wê demê pêwîstî bi yekitiyê heye. Yekitiya kurdan divê, yekitiya gelên Rojhilata Navîn divê.”

Bandora şoreşa Rojava

Têkildarî şoreşa Rojava jî Kalkan ev tişt destnîşan kir: “Şoreşa Rojava kurd kirin yek. Kurd heta niha bi qasî li Rojava bûn yek, li devereke din û demeke din nebûne yek. Ne têkoşîna li Bakur, ne jî ya li Başûr û Rojhilat bi qasî têkoşîna li Rojava yekitiya neteweyî ya kurdan ava nekir. Kurd li Rojava xwe temsîl dikin. Li wir dibin xwedî jiyana azad. Rûmeta xwe lê dibînin. Vê yekê jî dibînin; ger Rojava ji dest bide dê li deverên din nikarin hebûna xwe biparêzin. Rojava ji ber vê yekê girîng e. Li aliyê din bîrdoziya modernîteya demokratîk a Rêber Apo bi rengê berbiçav, bi bandor û pratîkî li qadê pêk tê. Tecrûbeyeke cidî û yekemîn e.”

‘Rojava mîna labaratuarekê ye’

Kalkan got ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kurd, ereb, asur, tirkmen, çerkez û ermen ji yekitiya demokratîk, pergala konfederalîzma demokratîk ava dikin û ev yek wiha şîrove kir: “Bersiva berbiçav a ji bo pirsa ‘Gel bi hêza xwe çawa dikarin bi hev re bijîn?’ pêşkêş dike. Li şûna şer û dijminatiya navbera kurd û ereban, yekitiya demokratîk, dostanî, biratî û jiyana hevpar diafirîne. Pêşî li yekitiya Rojhilatan Navîn, yekitiya gelan vedike. Ji bo Sûriyeyê jî pêşî li Sûriyeya demokratîk, yekitiya Sûriyeyê vedike. Li Rojhilata Navîn li ser bingeha tifaqa kurd-ereban rêya yekitiya demokratîk a gelên Rojhilata Navîn nîşan dide, pêşî lê vedike. Lewma modelek tê ceribandin, mîna laboratuarekê ye.”

Dijminatiya dewleta tirk a li dijî kurdan

Herî dawî jî Duran Kalkan ev tişt anî ziman: “Ger çareseriyeke serkeftî pêk bê, dê kurd azad bibin. Li Sûriyeyê jî dê yekitiya demokratîk ava bibe. Hêza ku yekitî û yekparebûna Sûriyeyê têk dibe, dewleta tirk û desthilatdariya heyî ya AKP-MHP ye. Dewleta tirk naxwaze kurd bibin xwedî tu mafek. Her tiştî li ser dijminatiya kurdan ava dikin. Li gorî agahiyên gihiştin ber destê me, amerîkî û ewropiyên li deverên cuda yên Rojhilata Navîn hîn nû bi vê hesiyane û bi rengekî matmayî dibêjin; ‘Ev tirk çima ewqas dijminê kurdan e.’ Lê yên ku ev dijminatî afirandin, ew in.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar