Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Ji bo azadiyê û têkbirina faşîzmê tevlî mîtînga Stenbolê bibin’

Hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê her kesî vexwendin Mîtînga Demokrasî û Azadiyê û ev tişt anîn ziman: “Em di mîtîngê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan biqîrin. Ji bo vê jî divê gelê me yê Stenbolê biherikin qadan.”

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê ji bo piştgiriya bi “Meşa Mezin a Azadiyê” ku di navbera 1-15’ê sibatê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk hatibû lidarxistin, dê li Stenbolê “Mitînga Demokrasî û Azadiyê” li dar bixin.

Mitîng dê di 25’ê sibatê de li Qada Esenyurtê bê lidarxistin. Dê gelek rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî jî piştgiriyê bidin mitîngê. Her wiha Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, 75 kesên tev li “Meşa Mezin a Azadiyê” bûn, namzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî û namzetên hevşaredariyê yên navçeyan jî tev li mitîngê bibin.

Hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê Mûrat Kalmaz û Gonca Yangoz têkildarî Mitînga Demokrasî û Azadiyê û daxwazên wê axivîn.

Mûrat Kalmaz anî ziman ku li dijî faşîzma îktîdara AKP-MHP’ê li ser Tirkiyeyê afirandî niha herî zêde pêdivî bi demokrasî û azadiyê heye. Kalmaz, got ku “Meşa Mezin a Azadiyê” bi vê sedemê hatiye lidarxistin û wiha domand: “Vê meşê, her wiha azwerî û biryardariya têkoşînê ya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê jî nîşan da. Gelê kurd careke din nîşan da ku dixwaze birêz Ocalan azad bibe û pirsgirêka kurd çareser bibe. Her wiha nîşan da ku yekane muxatab birêz Ocalan e. Em dixwazin dengê li dijî faşîzma li metropolên Tirkiyeyê bilindtir bikin.

Em ê bi vê mitîngê hem daxwazên demokrasî û azadiyê bi dengekî bilintir biqîrin, hem jî ji bo rakirina tecrîda mutleq a li ser birêz Ocalan, ji bo bikare rola xwe bilîze û azad bibe em vê mitîngê li dar dixin. Bi vê mitîngê em dixwazin biryardariya di meşa azadiyê de veguhêzin bajarên Tirkiyeyê. Di rewşeke ku demokrasî ketiye zehmetiyê, azadî tune tên hesibandin de ev mitîng weke pêdiviyekê derket holê. Ji bo mitîngê em li her kolanên Stenbolê xebatekî mezin dimeşînin. Ji bo xelasbûna ji van mercên faşîzmê, ev mitîng pêdiviyeke. Banga me li hemû keî ew e ku di 25’ê sibatê de biherikin Qada Esenyurtê.”

Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz jî têkildarî mitîngê ev tişt anî ziman: “Ev mitîng, berdewamiya hêz û enerjiya Meşa Mezin a Azadiyê ye. Rêya axaftina li ser aştiyê û avakirina wê, rêya çareserkirina pirsgirêka kurd ji Abdullah Ocalan derbas dibe. Rêya têkbirina faşîzmê, yekitî ye. Anku heke em bi hev re tevnegerin nikarin faşîzmê têk bibin. Lewma banga me ji bo hemû sazî û kesên ji bo aştiyê xemê dixwin ew e ku bi hev re tevbigerin û pêdiviya me bi hev heye. Îro girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de û dayikên laçikspî jî di Nobeta Edaletê de ne. Em jî ji bo pêşîlêgirtina xizaniyê, ji bo bilindkirina dengê ciwan, karker û jinan û ji bo têkbirina faşîzmê bang li her kesî dikin ku biherikin qadan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar