Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Ji bo Bazarcix, Islahiye û Nûrdaxiyê banga piştgiriya lezgîn

Parlamenterê HDP’ê Mahmût Togrûl ku serdana mexdurên erdhejê yên li Bazarcix, Islahiye û Nûrdaxiyê kir, anî ziman ku ji bo xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi lezgînî pêdivî bi tîmên bitecrûbe heye. 

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dîlokê Mahmût Togrûl ê li navçeya Bazarcix a Mereşê û navçeyên Nûrdaxi û Islahiye yên Dîlokê serdana mexdûrên erdhejê kir rayedar vexwendin peywîrê.

AFAD piştî 48 seatan hat
Togrûl, diyar kir ku her 3 navçe jî bi temamî hilweşiyane û tîmên AFAD’ê duh karî xwe bigihînin ser kavilên avahiyên hilweşiyayî. Togrûl ê diyar kir ku dewletê piştî 48 saetan karî bê cihê bûyerê, da zanîn ku di saetên herî krîtîk de xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nehatine kirin û wiha got: “Gelek mirov hêj li ser kavilan e hewl didin xwe bigihînin mirovên xwe. Li aliyekî xwe digihînin xizmên xwe li aliyê din jî bi sir û seqem û birçîtiyê re rûbirû dimînin. Ji ber heta niha kon nehatin vedan mirov li ber sarmayê ne. Nan nîne, av nîne ne di rewşeke ku bikarin pêdiviyên xwe pêşwazî bikin de ne.”
Divê demildest tevbigerin
Togrûl, destnîşan kir ku divê kesên di mijara xelaskirin û rizgarkirinê de bitecrûbe demildest biçin her 3 navçeyan û ev tişt gotin: “Divê ev xebat bên lezandin. Em di qonaxeke hesas de ne êdî her kêlî girîng e.” Togrûl, anî ziman ku dewlet alîkariya ji van bajaran re tê asteng dike û got: “Gelek mirov di sarmayê de dijîn. Divê demildest li van navçeyên hatine hilweşandin kon bên vedan, mirov ji sarmayê bên parastin û pêdiviyên wan ên bingehîn ên weke nan û avê bên pêşwazîkirin.”
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar