Dixwazim di vê nivîsa xwe de balê bikişînim ser fedekarî û xwebexşiya di nav her cure bêderfetî û nebûna pergalên pêwîst de avakirina dibistaneke ji bo zarokên penaber ên xwedî pêwîstiyên taybet.
Ev navenda xwedî yek ji taybetmendiyên cihê ji deverên din ew e ku di nav penaberiyê de, tevî kêmderfetiyan mamoste û xwedekarên penaber karîne Navenda Hêvî ya ji bo kesên bêhêvî bûye hêvî ava kir.
Komek ciwanên penaber ên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku piranî hevalên hev in û bi hev re di nav şertên xedar ên penaberiyê de mezin bûne û bi êşên civakê mezin bûne, piştî xwendina bilind a zanîngehê beşa pîskolojiyê (derûnasî) qedandin û şûnde bêyî ku li benda derfetan bisekinin zend û bendên xwe badan ji bo avakirina navendeke ji bo zarokên astengdar ên xwedî pêwîstiyên taybet in.
Van ciwanên dildar û jêhatî ji bo van zarokên penaber û pêwîstî bi alîkariyên taybet hene destnîşan kirin û ji bo wan li civakê bidin qezenckirin û bikaribin weke ferdên asayî yên civakê kêm neyên dîtin û bijîn, serî li her rêbazê dan û li gor derfetên xwe, li bin banê avahiyekê ev zarok kom kirin û dest bi dayîna perwerdeyê kirin.
Navenda ku bi navê Hêvî hate vekirin, dema mirov lê dinêre dibîne ku ji bo zarokên bêhêvî hatine hiştin û ji hêviyên xwe bêpar in bûye hêvî.
Navenda Hêvî îlona 2018’an bi pêşengiya saziya tenduristî ya Mexmûrê û xwedekarên beşa derûnasî qedandî ve hatî avakirin, bi awayekî fermî bêyî ku alîkarî ji cihekî din bê girtin li ser fedekarî û alîkariyên saziyên sînordar ên alîkariyê heta roja îro perwerdeyê didomîne. Bi giştî li navendê 7 mamoste kar dikin. 11 otîzm, 9 down syndrom, 6 astengdar, 3 şelal demax û 1 multiple skleroz(MS ) bi giştî 30 xwendekarên wan hene.
Rojane ev mamoste bi xwebexşî bi awayekî fermî li gorî derfet û pêwîstiyên li ber destê wan van zarokan li gorî jêhatin û lêkolînên xwe yên bikarin van zarokan bi pêş bixin, perwerdehyê didin. Bi demê re li ser perwerdeya van zarokan û pêşketinên heyî, malbatên ku zarokên xwe nedişandin navendê û guherîna nêzînên civakê ya li beramberî van zarokan kir ku hejmara xwendekaran zêdetir bibe. Ev jî kir ku avahiya lê ji bo zarokan kêm bimîne. Li ser vê sala 2020’an mamoste ji ber şewba vîrûsa koronayê dibistan kirin betlane û li ser vê yekê bi rêya saziyên alîkarî û dîsa welatiyên dildar ên wargehê dest bi mezinkirina dibistanê kirin. Ji kevirê yekê bigire heta yê dawî van mamostayên dilşêr û jêhatî dest bi avakirina avahiyê kir û tevî astengî û nebesiyan jî ji bo van hêviyan odeyên perwerdeyeke baştir û dîsa pêwîstiyên cihê yên zarokan dibistan ji nû ve hate avakirin.
Niha bi awayekî sîstematîk perwerde li gorî rêzikname û peryoda dibistanê bi awayê xizmetên dîwarê perwerdeya taybet, perwerdeya komî, çareseriya sirûştî, têkelbûna nav civakê, aktîvîteyên civakî, terapiyên taybet, muzîk, huner, lîstik, werzîş û gelek cureyên din li gorî derfetan tên dayîn. Bi vê şêwaza perwerdeyê zarokên tên perwerdekirin dixwazin bidin nîşandan ku ne ji civakê qut in, parçeyek esasî yê civakê ne û pêwîstiya wan bi perwerdeya taybet heye, lê mixabin ji ber şert û mercên penaberî û dîsa bêderfetiyê gelek pêwîstiyên mîna dolab, mêze, kursiyên rûniştinê dîsa ji bo perwerdeya kesî û fêrbûna ji bo van xwendekaran, amûrên sportîf û hwd. ji bo zêdetir pêşketina xwendekaran nîne, ev jî dibe sedem ku astengî di pêşketina xwendekaran de derkevin. Tevî vê jî mamoste bi karên pratîk û dîsa berhemên bixwe dixuliqînin heta astekê ji bo van zarokan dibin bersiv, lê ji bo baştir perwerdeya zarokan pêwîstî bi van amûran hene.
Dema mirov li vê xebatê dinêre, mirov hestiyar nebe pir zehmet e. Di nav penaberiyê de û mercên giran ku ji her alî ve êrîş li ser tê kirin, xebatek wiha kirin, rûmet û fedekariyeke mezin divê. Vê yekê van xwendekarên bi rola mamoste rabûna dane ser milê xwe. Ev karekî pîroz û birûmet e.
Ji ber vê xebata wan a pîroz û dilmezin di nav civakê de kesên rêzdar û biqedir tên nîşandan. Bi taybetî malbatên xwendekaran bi çavekî pir mezin li wan dinêrin û di her mijarê de birêzdarî û minet li wan dinihêrin.
Dîsa malbat bixwe piştî pêşketinên bi zarokên xwe re dibînin hê zêdetir kêfxweş û biezîmtir li gel zarokên xwe her roj zarokên xwe dibin dibistanê û di vegerê de jî dibin malê. Dîsa pêşketina zarokan di nav civakê de jî rê li ber wê yekê vekir ku êdî bi çavekî baştir li van zarokên xwedî pêwîstiyên taybet bê nêrîn vekir û venêrîna wan a ji bo mijarê dan guhertin.
Dema bi awayekî giştî mirov li vê azweriya kedê dinêre dibîne ku ked û hewldan dîsa derfet çi dibe bila bibe, kesayet û azweriya kar hebe, dikare her tiştî ser bixe. Hêvîdar im ku ev mînaka fedekariyê ji bo her kesê bibe îlhamek û bikarin ji bo zarok û xwendekarên wiha destê alîkariyê dirêj bikin. Mexmûr bi têkoşîn û meşa xwe bi xwe heybet bû lê her ku lê dikole û pêre dijî bi rûyek din û rengek din xwe nîşanî mirov dide…